Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn 2021-03-13 13:58:12 STENBOL - Dayikên Şemiyê, aqûbeta bavê 5 zarokan Mirze Ateş ê 27 sal berê eskeran ew li malê binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsîn.    Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin, çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 833’an de li ser medya înternetê bi rêya onlinê berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Mîrze Ateş ê bavê 5 zarokan ku eskeran di 18'ê Adara 1994’an de li Navçeya Pasûra Amedê bi ser mala wan de girt û ew binçav kirin pirsîn. Piştî eskeran bi ser malê de girtin û Mîrze Ateş ê 37 salî binçav kirin, carek din agahî ji Mîrze nehat girtin.    MALA ME ŞEWITANDIN Û HEVJÎNÊ BIN BINÇAV KIRIN   Hevjîna Mirze Ateş Rinde Ateş, anî ziman ku eskeran bi ser mala wan de girt û hevjînê wê li malê binçav kirin û wiha got: "Eskeran di serdegirtina gund de mala me şewitandin û hevjînê min binçav kirin. Piştî demek şûnde ez fêr bûm ku li gundekî benzîn li hevjînê min kirine û şewitandine. Lê me nekaribû cenaze bigirin. Gundiyan anîn ziman ku dewletê dîsa hatine cenaze birine. 27 salin em hêj bi hêvî ne. Hêj em li benda agahiyekê ne. Em tu carî heviyên xwe qut nakin.    Ji Mirovên Şemiyê Seza Mis Horuz jî daxuyanî xwend û wiha got: "Bavê 5 zarokan Mîrze Ateş ê 37 salî li Mezraya Sadika yê Gundê Konuklu yê Pasûra Amedê dijiya. Esker, di Adara 1994'an de derketin operasyonê. Şev nîvê şevê bi ser malê de girtin û xanî şewitandin. Destê Mîrze Ateş kelepçe kirin û torbe xistin serê wî. Ewil birin Qereqola Sivrice piştre birin Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê. Ji wir jî sewqî Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Amedê kirin. Piştî bûyerê mehek şûnde birayê wî Eşref Ateş binçav kirin. Eşref Ateş di bin çavande bi Kuddusî Adiguzel ê li Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Amedê bi birayê wî hatibû binçavkirin re ma. Ji wir fêr bû ku birayê wî Mirze Ateş li wir hatiye binçavkirin. Pişti demekê agahî ji ji Mirze Ateş û Kuddusi Adiguzel nehat girtin. Hemû serlêdan bê encam man." Horuz, xwest rayedarên darazê dosya Mirze Ateş ya  27 sal bê ceza hatiye hiştin bi encam bikin û edaletê pêk bînin.