Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin 2021-03-13 14:58:11 AMED - Li 3 gundên navçeya Licê, bi piştgiriya hewayî operasyoneke eskerî hat destpêkirin.     Li Gundê Spênî, Xirabê û Çemê Elîka yên navçeya Licê ya Amedê, bi piştevaniya helîkopteran di saetên sibêhê de operasyoneke eskerî hat destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî hatin bidestxistin, bi erebeyên sivîl, zirxî û bi helîkopteran gelek yekîneyên eskeran sewqî herema operasyonê hatine kirin. Nehat zanîn ku di operasyona eskerî de şer çêbûye an na û hat ragihandin ku operasyon hêj berdewam dike.