Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin 2021-03-13 15:12:14   WAN - Komîteya Amadekar a Wanê, da xuyakirin ku ew ê pîrozbahiyên Newroza îsal, li qûntarên Keleha Wanê li dar bixin û ev bang kir: “Werin em agirê azadî û berxwedanê gur bikin.”   Komîteya Amadekar a Newroza Wanê, wê îsal bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” Cejna Newrozê pîroz bike. Komîteyê, derbarê pîrozbahiyên Newrozê de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê hat lidarxistin. Rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hatîce Kiye, daxuyaniya bi Kurdî ya Newrozê xwend. Serokê Komîteya Amadekar Sedat Duşunmez jî daxuyaniya bi Tirkî xwend.    Kiye, bal kişandin ser wate û girîngiya Cejna Newrozê û wiha got: “Dehaqên Hemdem xwestin Kurdan kule û tune bikin. Lê Kurd li dijî vê yekê derketin û têkoşîna xwe mezin kirin.” Kiye, dest nîşan kir ku ewê Newroza îsl bi rihê yekitiya neteweya Kurd pîroz bikin û wiha bilêv kir: “Xwedî derketina Newrozê, xwedî derketin xwe, axa xwe, welatê xwe, zimanê xwe, çanda xwe, rûmeta xwe û hebûna xwe ya çewheriye.”   QADA PÎROZBAHIYÊ   Kiye, bi bîr xist ku wê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengtiya jin-ciwanan bê rakirin û ev nirxandin kir: “Em ê agirê Newroza xwe ya îsal bi rihê yekitiya neteweyî pê bixin. Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û qezenc bikin. Em ê pîrozbahiya xwe ya mezin, di 21’ê Adarê de li parka li qûntarên Keleha Wanê, pîroz bikin.”   Kiye bang li gelê Wanê kir û wiha got: “Werin em li Qada Newrozê ya bi heybet agirê xwe yê berxwedan û azadiyê gur bikin û ala serkeftinê hildin asîmanan.”