Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin 2021-03-14 08:07:21   STENBOL - Dayikên Aştiyê yên Laçik Sipî Agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin.      Li Stenbolê starta pîrozbahiya Newrozê bi şîara "Em bi Agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin" dest pê kir. Dayikên Laçik Spî yên Aştiyê Agirê Newrozê geş kirin û tariya şeva Stenbolê ronî kirin. Li Stenbolê dê di 20'ê Adarê de li Qada Yenikapi Newroz bê pîrozkirin. Starta pirozbahiya mezin şevê din bi geşkirina Agir dest pê kir. Dayikên Aştiyê yên Laçik Spî li Guvercîntepe ya Navçeya  Başakşehirê agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. Endam û rêveberên HDP'ê jî di navde bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Girsê li dora agir govend gerandin û dirûşmeyên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobane" berz kirin û çalakiya girtiyan a 107 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne silav kirin.    Girsê piştî agir geş kirin govend gerandin û xwe di ser agir re hilkirin. Ciwanan bang li hemû gelê Stenbolê kirin ku di 20'ê Adarê de li qada Yenikapi bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin.