Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe 2021-03-14 09:04:18 WAN - Li Wanê jinên ku her sal tevli pîrozbahiyên Newrozê dibin, diyar kirin ku dê îsal jî dakevin qadan û wê agirê Newrozê tu carî netefe.    Ji Newroza îsal re çend roj man. Newroza îsal dê bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” bê pîrozkirin. Li Wanê Komîteya Amadekar a Newrozê, ji niha ve dest bi amadekariyên pîrozbahiyê kiriye.    Li Wanê jinên ku her sal tevli pîrozbahiyên Newrozê dibin, destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe dê qadan vala nehêlin û wê agirê Newrozê netefe.    Mihtiye Bor, anî ziman ku ji salên 90'an heya niha tevli pîrozbahiyên Newrozê bûye. Bor, bilêv kir ku berê li gund li ser xaniyên xwe agir vêdixistin û Newroz pîroz dikirin û piştî gundên li Zozana Feraşînê di sala 1992'yan de hatine şewitandin hatine navenda Wanê û li vê derê dewletê mudaxileyî pîrozbahiyan kiriye û nava bajêr hema bibêje veguheriye qada şerî û got: "Wê rojê me jinan fîstanên xwe li xwe kirine û em daketin navendê. Nehiştin em pîroz bikin. Tahde li me kirin, gelek kes hatin binçavkirin. Bi dû re mirovan li taxan û kuçeyan bi şev û biroz agirê Newrozê vêxistin. Em ji heft salyan heta heftê saliyan me bi govendê pîroz dikir. Mal, kar, zarok... qet nedihatin bîra me."    ‘BERXWEDAN SERKETIN E'    Bor, bilêv kir ku pîrozbahiyên berê pir xweş bûne û bi rojan agir vêdixistin û Newroz pîroz dikirin. Bor, Newroza 2008'an bibîr xist ku di vê Newrozê de polîsan bi copan li dayikan xistibû. Bor, diyar kir ku wê çaxê tahd eli wê jî hatiye kirin û got: "Wê çaxê jî em neditirsiyan. Berxwedan serketin e, ji bo me."    PITIKA WÊ JIYANA XWE JI DEST DA    Saadet Oglu (45) ku di pîrozbahiya Silopiyayê ya 1992'yan de ducanî bûye, diyar kir ku piştî mudaxileyê pitika wê ya sê mehî ji ber çûye. Oglu, anî ziman ku her sal dadikeve qadan û Newroz  Berîvanê tîne bîra wê ku sembola Newroza Cizîr ye. Oglu ji bo wan rojan got: "Mirovên ji gundan hatibûn egal û ala bi xwe re anîbûn. Egal û alayên wan şewitandin. Em jî bi hawariya wan de çûn Min cara ewil wê çaxê bombeyên gazê dîtin. Tew min digot qey bombeyên bera ne û min hevalên xwe hişyar dikir. Pêşiya me birîn. Lê çendî ku astengî û tahde hebû jî, pir xweş bû û bi coş bû."    AGIRÊ LI KUÇEYAN GUR DIBÛ   Oglu, anî ziman ku piştî ku koçî Wanê kirine jî her sal bênavber tevli pîrozbahiyên Newrozê bûye û niha jî bi kelecan li benda roja Newrozê ne. Oglu got: "Wê ççaxê boluka eskeran hebûç Esker dihatin, mudaxile dikirin. Li her kuçeyê agir dihat vêxistin. Paşê qedexe kirin. Bi dû re li Keleha Wanê hat pîrozkirin. Dengê dirûşmeyan û tilîliyan bilind dibû. Lê niha gava em diçin kelehê dest datînin ser şarpeyên me û pûşiyên me."    BERXWEDAN    Behîce Abî ya 44 salî jî anî ziman ku berê li taxa wan beriya roja Newrozê bi deh rojan pîrozbahî dest pê dikirin û kelecana pîrozbahiyên li kuçeyan kelecaneke cuda bû. Abî, bal kişand ser pîrozbahiyên salên dawî û got: "Gava polîsan alayên bi min re ji min stendin û avêtin çopê, pir li zora min çûbû. Lê dîsa li geh her tiştî jî em bi coş pîroz dikin. Çi dibe bila bibe ê agirê Newrozê netefe. Ev ji bo me, çand û adeteke berxwedanê ye."    MA / Dîndar Karataş