Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan 2021-03-14 13:20:55 RIHA - Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê dewam dike. Zêmarên dayika Emîne li avahiya edliyê deng vedan.    Di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz a berî hilbijartina 24’ê Hezîranê de, Heci Esvet Şenyaşar û du kurên xwe Adîl Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Di heman demê de ji malbata Şenyaşar Fadil, Mehmet û Ferît birîndar bibûn. Fadil Şenyaşar hîna tedawiya wî dihat kiri, hatibû binçavkirin û girtin. Dayika Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe winda kirin, ji bo kurê xwe yê girtî Fadil Şenyaşar li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya nobeta “Edaliyê kir. Çalakiya dayika Emîne îro di roja 6’an de li ber edliyê dewam kir. Dayika Emîne ya bi kurê xwe Farît Şenyaşar re hatin ber Edliya Rihayê û bi wêneyên ferdên malbata xwe yên hatibûn qetilkirin re, li ber avahiyê rûniştin.   ASTENGIYA POLÎSAN    Malbata Şenyaşar a serê vê sibê hat ber avahiya edliyê bi astengiya polîsan re rûbirû ma. Malbata ku 6 rojin di çalakiya rûniştinê deye, îro ji wan re hat gotin ku “Ev der avahiya çemaweriyê ye, hûn nikarin li vê derê rûnin.” Malbata ku hat astengkirin, çalakiya xwe di baxçeyê edliyê de dewam kir.    Dayika Emîne ya ku polîsan xwest çalakiya wê asteng bikin, bi lorandina zêmaran êş û daxwazên anîn ziman. Şenyaşar a zêmarên wê li avahiya edliyê deng dan, her du destên xwe bi hewa de rakirin û bi dûayan wiha daxwaza edaletê kir: “Xwedawo ma tu rewşa min nabînî? Ma tu vê zilmê nabînî?”    ÇAPEMENIYÊ JÎ ASTENG DIKIN   Di heman demê de, polîsan nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) û Jinnewsê yên xwestin çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar bişopînin jî asteng kirin û gotin: “Hûn nikarin li avahiya çemawerî kêşanê bikin. Vê derê terk bikin.”   Malbata Şenyaşar tevî hemû astengiyan jî çalakiya xwe ya nobeta “Edaletê” dewam dike.