Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da 2021-03-14 15:07:05   STENBOL - Hayrettîn Yilmaz ê li Girtîgeha Afyonkarahisarê nexweş bû jiyana xwe ji dest da.    Hayrettîn Yilmaz (65) ê li Girtîgeha Afyonkarahisarê ya Tîpa T nexweş bû jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mijarê me xwe gihand malbata Yilmaz û malbatê diyar kir ku îdareya girtîgehê serê sibê li wan geriyaye û gotiye ku Yilmaz jiyana xwe ji dest daye. Malbat ji bo cenaze werbigire çû Afyonkarahîsarê.    Hat zanîn ku gelek nexweşînên Yilmaz hebûne û di pêvajoya pandemiyê de jî ji bo xwegihandina tedawiyê jî zehmetî kişandiye. Hat diyarkirin ku cenazeyê Yilmaz wê li Sêrtê were veşartin.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî duh di çalakiya 340’emîn a balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş de bal kişandibû ser rewşa Yilmaz û xwestibû were berdanê.