Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e 2021-03-15 09:05:29 MÊRDÎN - Bi rasthatina Newrozê re Newroza sala 1992’yan a Nisêbînê ku komkujî pêk hatibû tê bîra meriv. Şahidê komkujiyê Salîh Falay dibêje “Jinek ku xwe avêt avê jî gulebaran kirin. Panzêrê pê li hevalên me kir. Hêj ew kêlî tê xewna min.”  Sala par ji ber pandemiyê pîrozbahiyên Newrozê bi girseyî nehatibûn kirin. Partî û rêxistinên kurdan biryar dan ku wê îsal Newrozê pîroz bikin û bername eşkere kirin. Bi vê daxuyaniyê re li navçeya Nisêbînê û Qoserê yên Mêrdînê amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir.    Lê dema dibe hefteya pîrozbahiyên Newrozê berxwedan, serhildan û dîmenên Newrozên sala 1992’yan a Nisêbînê û Cizîrê tên bîra meriv. Newroza wê salê wek Newroza “berxwedan” û “Newroza bi xwîn” di hişê xelkê de cih girtiye. Di sala 1992’yan li Nisêbînê û gundan Newroz hatibû pîrozkirin û qet bûyerek derneketibû. Lê li Şirnexê û navçeya wê Cizîrê hêzên dewletê êrişî pîrozbahiyên Newrozê kiribûn û komkujî qewimîbûn. Li ser vê yekê xelkê Nisêbînê cara duyemîn daket meydanan û xwest Newrozê pîroz bike. Welatiyên Nisêbînê yên li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya berê û Pira Şehîdan kom dibûn lê hêzên dewletê bi sîleh û maşîneyên zirxî êrişî xelkê kirin. Di encama êrişê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da.    Hêzên dewletê her çiqas anaonsa “belav bibin” dike jî lê xelkê Nisêbînê dest bi çalakiya rûniştinê dike. Hêzên dewletê berê maşîneyên zirxî didin ser welatiyan û wan gulebaran dikin. Bi dehan welatî birîndar dibin. Hin welatî tirsa û bo xwe biparêz in xwe diavêjin Çemê Çaxçaxê yê di nava Nisêbînê de derbas dibe. Hin welatî di avê de difetisin. Cenazeyê kesek bi avê re derbasî aliyê Qamişlo dibe û ji wir tînin.    BÎRDARIYA NEWROZÊ HAT HILWEŞANDIN    Piştî sala 92’yan cangoriyên li Pira Şehîdan jiyana xwe ji dest dan her sal hatin bibîranîn. Di sala 2013’an de Şaredariya Nisêbînê li Meydana Newrozê bîrdariya komkujiyê çêkir û bi hezaran kes li derdora vê bîrdariyê bi ruhê Newroza sala 92’yan pîrozbahiyê li dar xist. Di qedexeya derketina derve sala 2016’an a de di şerê li Nisêbînê de Pira Şehîdan hat rûxandin. Qeyûmê tayînî şaredariya Nisêbînê hat kirin jî bîrdariya Newrozê hilweşand.    ‘HÊJ TÊ XENÊN MIN’    Yek ji şahidên komkujiya di Newroza 1992’yan de pêk hat Salîh Falay (65) bi bîr xist xelkê Nisêbînê ji bo piştevaniya xelkê Cizîrê bike xwestiye li ber Pira Şehîdan kom bibe û meşek girseyî li dar bixe. Falay destnîşan kir ku hêzên dewletê destûr nedan meşê, êrişî xelkê kirin û hêj ew şikandina hestiyên mirovan ên di bin maşîneyên zirxî de di kerika guhê wî de ye û ji bîra wî naçe. Falay anî ziman ku vegotina wê kêliya komkujiyê pir bi zehmet e û got: “Komkujiyek wilo bû ku, hêj tê ber çavê min û tê xewnên min. Panzêr di ser hevalên me de diçû û dihat. Nikarim qala wê bikim…”    ÎNSANAN XWE AVÊTIYE AVÊ    Falay anî ziman ku pîrozbahiya li Nisêbînê xweş derbas bûbû û wiha got: “Newroza me roja 21’ê Adarê bû. Roja din ji bo piştevaniya gelê Cizîrê xelk herikî ser Pira Şehîdan. Hêzên dewletê me dorpêç kirin û dest bi êrişan kirin. Panzêran însanan perçiqandin. Dilê me dişewitî. Her du aliyê pirê jî hatibûn girtin. Însan nikaribûn bi tu aliyî ve biçin. Çem tije diherikî. Însan ji bo xwe xelas bikin diavêtin ava çem. Jinek di nava avê de hat gulebarankirin. Însanan tenê tenê dixwest meş li dar bixe. Komkujiyek wiha hêj nehatiye dîtin. Hêj li ber çavê min e. Yên wê hovîtiyê kirin ne mirov in. Me hêj êşa wan rojan ji bîra nekiriye.”    ‘NEWROZ XWEŞÎ YE’    Falay diyar kir ku ew dixwazin Newroza îsal bi coşek mezin pîroz bikin û got: “Newroz xêr û xweşî ye. Roja gelan û mezlûman e. Cejna mezlûman e. Em dixwazin her kes beşdarî Newrozê bibe. Çend sal in nahêlin em li Meydana Newrozê pîroz bikin. Em dixwazin li wê Meydanê pîroz bikin.”    MA / Ahmet Kanbal