Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin 2021-03-15 11:32:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û rojnamegerên kurd ên bi Komîsyona Ziman a HDP’ê re hatin gel hev, derbarê polîtîkayên HDP’ê yên kurdî de rexneyên xwe anîn ziman û ji bo geşkirina zimanê kurdî hin pêşniyazan kirin.    Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li Amedê bi beşdariya partî û tevgerên siyasî yên kurdan, bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn, kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Ji vê rojê ve hem bi online hem jî bi dest îmze tên berhevkirin. Lê mixabin li gel ku bi milyonan kurd hene jî îmzeyên ku bi awayekî online hatine berhevkirin hê 20 hezarî derbas nekirine.    Ev encam dikare bi du awayan bê şîrovekirin; ya rêbaza ku hatiye destpêkirin şaş e û kurd xwe nagihîninê ya jî xebatên ku ji bo îmzeyên tên meşandin kêm in û encama ku tê xwestin nayê bidestxistin. Divê li ser van herdu şîroveyan jî bê rawestandin û heke pêwîst bike ji bo kampanyayê rêbazên cuda bên ceribandin û ji bo encama tê xwestin bê bidestxistin, xebatên ku ji bo kampanyayê bên kontrolkirin û bên zêdekirin.    Ji bo vê jî peywira mezin dikeve ser milê partiyên siyasî ku di vê kampanyayê de cih digirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî yek ji van partiyan e. Lê ji ber nêzikbûna wê ya li hemberî kurdî di demên dawîn de hin rexne li HDP’ê dihatin kirin. Bi armanca ku pêşî li van rexneyan bigire û ji bo kurdî polîtîkayeke duristtir bimeşîne, HDP di nav hewldanan de ye.    KOMÎSYONA ZIMAN   Ji bo vê yekê HDP’ê weke destpêkê Komîsyona Ziman ava kiriye. Piştgirî û meşandina xebatên kampanya ji bo zimanê kurdî hatiye destpêkirin jî di nav de komîsyon nexşerêyek daniye pêşiya xwe. Li gorî vê nexşerêyê; destpêkê di meha sibatê de perwerdeya bi kurdî ya navxweyî da destpêkirin û hevserokên giştî û parlamenterên wê jî di nav de niha 500 kes li rêxistinên HDP’ê perwerdeya bi kurdî dibînin.    HEVDÎTINÊN BI NIVÎSKAR Û ROJNAMEGERAN RE   Herî dawî jî bo kêmasî û şaşiyên xwe yên di vê derbarê de derbas bike HDP’ê xebateke din da destpêkirin. Di vê xebatê de HDP’ê li bajaran bi nivîskar û rojnamegerên kurd re tê gel hev û li ser xebatên ziman şêwreyê dikin. Parlamenterên ku di Komîsyona Ziman a HDP’ê de cih digirin, hefteya borî bi Wanê vê xebata xwe dan destpêkirin û bi nivîskar, weşanger û rojnamegerên kurd re di "Civîna Şêwrê" de hatin gel hev.    DAXWAZA ALÎKARIYÊ   Duh jî Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Ji Çapemeniyê Berpirsiyar Tayîp Temel ku bi salan di nav xebatên çapameniyê yên kurdî de cih girtiye û parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Dersim Dag, Pero Dundar û Nejdet Îpekyuz, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Omer Onen, li Amedê bi nivîskar, weşanger û rojnamegerên kurd ên ji Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Rihayê re di "Civîna Şêwrê" de hatin gel hev û rexne û pêşniyazên ji bo kurdî yên li partiya xwe guhdar kirin.    Di destpêka civînê de Tayîp Temel, têkildarî armanca civîna wan a bi nivîskar û rojnamegeran re aşkera kir û bal kişand ser zextên ji ber kurdeyatiyê li civaka kurd tê kirin. Temel kêmasiyên partiyên wan ên ji bo kurdî qebûl kir û xwest ku di vê derbarê beşdar kêmasiyên ku dibînin rasterast ji wan re ragihînin û ji bo ev kêmasî ji holê werin rakirin ji wan re bibin alîkar.   REXNEYÊN LI HDP’Ê   Piştî axaftina Temel civîn ji çapameniyê re hat girtin û nivîskar û rojnamegeran di civînê de mafê axaftinê girtin. Bi destpêkirina axaftina nivîskar û rojnamegeran re parlamenterên beşdar pêşniyazên ku hatin kirin yek bi yek nîşe girtin. Nivîskar û rojnamegerên ku mafê axaftinê girtin, destnîşan kirin ku HDP di mijara ziman de kêm dîmîne û tişta jê tê xwestin û hêvîkirin nabersivîne. Weke mînak gotin ku axaftinên HDP’iyan bi pranî tirkî ne, xebatên HDP’ê bi tirkî ne û yên bi kurdî jî werger in.   PÊŞNIYAZÊN HATIN KIRIN   Piştî van rexneyan pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin ku hê zêdetir girîngiyê bide kurdî û ji bo kurdî derfetan bi afirîne. Xebatên xwe yên li Kurdistanê bi kurdî bike û kurdî li vir bike zimanê yekemîn û derveyî bajarên Kurdistanê jî kurdî ji bîr neke! Ji bo kampanya ku hatiye destpêkirin jî pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin ku ji bilî xebatên li welat bike xeteke dîplomasiyê ava bike û zimanê kurdî li saziyên navneteweyî jî bike rojev.   Ji bo li welat jî peşniyaz li HDP’ê hatin kirin ku kampanya hatiye destpêkirin mezintir bike. Nivîskarên kurd jî daxwaz kirin ku ji bo berbelavbûn û danasîna berhemên wan xebatên qanûnî bimeşîne.    Piştî rexne û pêşniyazên ku hatin kirin endamên Komîsyona Ziman a HDP’ê Îmam Taşçier û Dersim Dag jî mafê axaftinê girtin û têkildarî xebatên komisyona wan agahî dan û destnîşan kirin ku wê hemû rexne û pêşniyazên hatine kirin li ber çav bigirin û li gorî van rexne û pêşniyazan teşe bidine xebatên xwe yên dema pêş.    Komîsyona Ziman a HDP'ê ragihand ku wê "Civînên Şêwrê" yên li gel nivîskar, weşanger û rojnamegeran berdewam bikin.     MA / Kadrî Esen