Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin 2021-03-15 14:29:10   EDENE - Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Turkoglûya Mereşê de raporek amade kir û di raporê de hat gotin girtî bi zextên sîstematîk re rûbirû ne û ew bi lêpirsînên dîsîplînê re rûbirû mane.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê ya Tîpa L raporek amade kir. Rapor bi civînek çapemeniyê ya li avahiya ÎHD’ê hat eşkerekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Prz. Îlhan Ongor raporê parve kir.    Ongur anî ziman ku ew li ser serlêdanên malbatan û girtiyan ku qala binpêkirên mafan dikin di 3’yê adarê de bi girtiyan û îdareya girtîgehê re hevdîtin kirine û girtiyan ragihandiye hevdîtinên bi telefonê en bi malbatên wan re ji aliyê îdareya girtîgehê girtek hatine amadekirin. Ongur destnîşan kir ku di hevdîtinan de giliyên girtiyan ji malbatên xwe re kirine gelek wek sûc hatine hesibandin û derbarê girtiyan de lêpirsînên dîsîplînê dane destpêkirin.    Ongor anî ziman ku gardiyan heqaretên giran li girtiyan dikin û bi awayek dij rûmeta mirovan tevger dikin û daxwaznameyên di vê derbarê de didin îdareyê jî bêbersiv tên hiştin. Ongon got daxwazname û nameyên girtiyan gelek caran nagihîjin destê wan.    MILÊ GIRTIYEKÎ HATIYE ŞIKANDIN    Ongon destnîşan kir ku girtî bi zextên sîstematîk û cezayên kêfî re rûbirû ne û ji ber îşkenceya li girtiyan tê kirin milê girtiyekî hatiye şikandin. Ongon diyar kir ku îdareya girtîgehê û gardiyan bi awayek tund û hişk li dijî girtiyan tevger dikin. Ongon da zanîn ku girtî di her warê jiyanê de jî bi pirsgirêkan re rûbirû ne û tu daxwazek wan a paqijiyê û li dijî zextan nayê qebûlkirin.