Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin 2021-03-15 14:49:26   MÊRSÎN - Komîteya Amadekar a Newroza Mêrsînê banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de were lidarxistin kir.    Komîteya Amadekar a Newroza Mêsînê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de li Mêrsînê were lidarxistin li avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Komîteya Amadekar û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” daliqandin .   ‘DAXWAZA KURDAN AŞTÎ YE’    Serokê Komîteya Amadekar parêzer Ozgur Çaglar anî ziman ku yek ji pîrozbahiyên herî watedar a dîrokê Newroza sala 2013’an bû û heke deklarasyona Newroza 2013’an li ber çavan bihata girtin, wê îro li Tirkiyê û Rojhilata Navîn heyamek cuda hebûya. Çaglar got gelên Tirkiyê aştîyek civakî daxwaz dike û ew dixwazin ev Newroz bibe wesîleya aştiyê, çimkî tenê daxwaza gelê kurd aştî ye.    Çaglar anî ziman ku Newroz remza biharê, berxwedan û azadiyê ye û Newroz ji bo gelê kurd diyariyek e.      Çaglar diyar kir ku wê di 20’ê adarê de roja şemiyê saet li 11.00’an li Qada Mitîngê ya Tirmil pîrozbahiya Newrozê li dar bixin û tevahiya xelkê bajêr vexwend Newrozê.    Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrsînê Mehmet Aliç jî banga beşdariya Newrozê li xelkê bajêr kir.