Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin 2021-03-15 15:27:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê ji bo pîrozbahiya Newrozê amadekarî berdewam dikin û bangên ji bo beşdariya Newrozê hatin kirin.       Newroza îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” li 30 bajar û 61 navçeyan tê pîrozkirin.    RIHA   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Rihayê starta pîrozbahiya Newrozê da. HDP’ê li ber avahiya xwe daxuyanî da û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan diyar kir ku ew ê di 20’ê adarê de pîrozbahiya Newrozê pêk bînin û xelkê Rihayê vexwend pîrozbahiyê.    Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî anî ziman ku ew ê bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin û got: “Lazim e gelê Rihayê ji bo aştiyê biherike qada Newrozê. Em hêvîdarin wê ev Newroz aştiyê bîne û dawî li tecridê bîne.”    Daxuyanî bi gerandina govendê qediya.    ÇEWLIG   Komîteya Amadekar a Newroza Çewligê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de saet li 11.00’an were pîrozkirin banga beşdariyê li xelkê Çewligê kir.  Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr jî wek axiver beşdarî Newrozê bibin û hunermend Pinar Aydinlar û Azad Bedran jî wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşpêş bikin. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Mustafa Acar banga beşdariya Newrozê kir û xwest xelkê Çewligê li derdora agirê Newrozê bê cem hev.    WAN   Komîteya Amadekar a Newroza Wanê jî ji bo beşdariya Newrozê ya wê di 21’ê Adarê de li ber Keleha Wanê were lidarxistin li navçeya Elbakê serdana esnafan kir. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û endamên Komîteya Amadekar li esnafan geriyan û belavokên vexwendina Newrozê li wan belav kirin û xwestin xelkê Elbakê beşdarî pîrozbahiyê bibin.    ÊLIH    Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê jî starta pîrozbahiyan da. Endamên Komîteya Amadekar têkildarî pîrozbahiya Newrozê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê daxuyanî da û parlamenterên bajêr Mehmet Ruştu Tiryakî, Necdet Îpekyuz û rêveberên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê beşdar bûn. Hevserokê HDP’a Bajêr Omer Kulpu ewilî Newroza xelkê pîroz kir û got ew li bendê ne Newroza îsal bi coş û girseyî derbas bibe. Kulpu anî ziman ku ew ê di 21’ê Adarê de roja yekşemê li Qada Newrozê pîrozbahiyê li dar bixin û amadekariyên wan ber bi temambûnê ve diçin û got: “Ev roj ji bo yekîtî, aştî û demokrasiyê gelek girîng e. Em bi ruh û rengên xwe yên netewî qada Newrozê tije bikin. Em xelkê xwe vedixwînin pîrozbahiya Newrozê.”