Emîne Şenyaşar serbest hat berdan 2021-03-15 16:29:58   RIHA - Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digirt hatibû binçavkirin piştî îfadeyên wê hatin girtin serbest hat berdan.    Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawê xwe di êrişa AKP’iyan de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê winda kiribû, li gel lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo doza wan edalet pêk were bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê dabû destpêkirin û di roja 7’an de berdewam kir. Polîsan Emîne Şenyaşar li ber edliyê binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Şenyaşar bi îdiaya “heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye” hat binçavkirin û piştî îfadeyên wê hatin wergirtin serbest hat berdan.    Emîne Şenyaşar a hat berdan dîsa hat ber edliyê û çalakiya xwe berdewam kir.