Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin 2021-03-15 20:56:35   STENBOL - Li navçeya Kuçukçekmece û Beylukduziyê agirê Newrozê hat pêxistin.    Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), deklerasyona Newrozê ragihand, amadekariyên ji bo pîrozbahiyê dest pê kirin. Îro li hin navçeyên Stenbolê bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe didin, azad bibin" agirê Newrozê hat vêxistin. Li Taxa Îkîtellî ya navçeya Kuçukçekmeceyê û li Taxa Yakûplû ya Beylûkduzuyê agirê Newrozê hat vêxistin.   Hevserok û rêvebirên HDP'ê yên her du navçeyan û bi sedan kes tevli pîrozbahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiyan de govend hatin gerandin, stran hatin gotin û dirûşmeyên "Bijî Newroz", "Newroz pîroz be" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.    Li navçeya Beylîkduzuyê berî ku pîrozbahî bi dawî bibe, polîsên ku hatin qada pîrozbahiyê Hevserokê HDP'ê yê Beylîkduzuyê Aydin Alp û rêvebirê partiyê Îsmaîl Turkmen ji bo îfadeyê birin qereqolê.