ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-16 09:00:48 * Li navçeya Cizîrê çanda lixwekirina hîzarê ya ku bi salan e berdewam dike, tê gotin ku ji bo şîna mirina Zînê jin li xwe dikin. Ji wê rojê ve heta roja me hatiye û ev çanda lixwekirina hîzarê li navçeyê balê dikişîne ser xwe.  * Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê ya Wanê, diyar kirin ku amadekariyên wan li ber qedandinê ne û li dijî tecrîda li Îmraliyê bang li her kesî kirin ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin.    *  Endama Partiya Meclîsê ya HDP'ê Zelal Yerlîkaya, diyar kir ku bi ruhê 8'ê Adarê amadekariya Newrozê dikin û got: "Li dijî hemû êrîşan, em ê cardin bi coş û berxwedana 8'ê Adarê qadan tije bikin."    * Parlamenterê HDP'î Garo Paylan anî ziman ku AKP, ketiye nav lepên "selefxurên" li Londrayê û got: "Îqtidara ku ketiye nav lepên selefxuran, di nêz de ê topavêtina xwe aşkere bike."    * Aktivîsta mafên mirovan û feminîst Heîza Schuller, destnîşan kir ku ku ji bo cîhaneke azadiya jinê û demokratîk rakirina tecrîdê bivê nevê ye û ji bo vê jî divê YE ceza li Tirkiyeyê bibire.    * Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, anî ziman ku dewlet xwestiye naveroka Newrozê vala bike û bi vî awayî gel xwedî lê derkeve, lê belê kurd berbayî vê lîstikê neketine û got: "Dewletê nikaribû Newrozê bi gelê kurd bide jibîrkirin."    * Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurê wê bi destê AKP'îyan hat kuştin 2 sal û 9 mehin li edaletê digere. Dayika ku serî li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û mafên mirovan da û edalet xwest îro bi tenê li pêş Edliya Rihayê nobetê digere. Emîne Şenyaşar ku li gel Kurê xwe Ferît Şenyaşar Edaletê dixwaze gelo kes hawar, feryad û banga wê ya edaletê dibihîze?   * Di Newroza 2012'an de ku li Qada Kizliçeşme ya Stenbolê hatibû pîrozkirin, polîsan êriş biribû ser pîrozbahiyê û di vê êrişê de Haci Zengîn jiyana xwe ji dest dabû. Keça wî Eylem Zengîn Ayata, anî ziman ku Newroz ji bo malbata wan ne roja şînê, roja berxwedanê ye.    * Li navçeya Elkê ya Şirnexê dayîka Hamaîl Cîn ku 20 sal in bi sewalkariyê re mijûl dibe û pê debara xwe dike, ji ber qedexekirina zozanan û aloziya aborî rojên zor û zehmet derbas dike.   * Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku negirtî jê tê darizandin wê li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were lidarxistin. (10.00)   * Li gelek bajaran wê xebat û pîrozbahiyên Newrozê werin birêvebirin. (10.00-19.00)    * Pêkhateyên Hewldana Tifaqa Kurdistanî ji bo bîranîna qurbaniyên Helebçe li Navenda Giştî ya PDK-T'yê dê daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.00)   * Li gelek bajaran wê ji bo bîranîna qurbaniyên Helebçeyê daxuyanî û çalakî werin lidarxistin. (12.00-17.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sîncar wê li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê wê Haci Zengîn ê di pîrozbahiyên Newroza 2012'an de jiyana xwe ji dest da li ser gora wî ya li Arnavûtkoyê bi bîr bîne. (13.00)   * Nobeta "Edaletê" ya malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin wê di roja 8'emîn de berdewam bike.