Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye 2021-03-16 09:07:22 STENBOL - Di Newroza 2012'an de ku li Qada Kizliçeşme ya Stenbolê hatibû pîrozkirin, polîsan êriş biribû ser pîrozbahiyê û di vê êrişê de Haci Zengîn jiyana xwe ji dest dabû. Keça wî Eylem Zengîn Ayata, anî ziman ku Newroz ji bo malbata wan ne roja şînê, roja berxwedanê ye.  Di 18'ê Adara 2012'an de li Qada Kizliçeşme ya Stenbolê Newroz hatibû pîrozkirin. Lê belê polîsan êrîş biribû ser pîrozbahiyê û di êrîşa polîsan de Rêvebirê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Navçeya Arnavûtkoyê Haci Zengîn jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê Dozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîn dabû destpêkirin, lê belê di sala 2015'an de biryara "neşopandinê" hatibû dayîn.    Newroza ku dê îsal di 20'ê Adarê de li Qada Yenîkapiyê ya Stenbolê bê pîrozkirin dê Zengîn û kesên din ên di pîrozbahiyên Newrozê de jiyana xwe ji dest dane bên bibîranîn.    Keça Zengîn, Eylem Zengîn Ayata ku di sala 2016'an de Fakulteya Hiqûqê kuta kiriye, piştî ku bûye parêzer ewilî daxilî nav dosyeya bavê xwe bûye. Ayata, destnîşan kir ku Newroz ji bo malbata wan ne roja şînê, roja berxwedanê ye.    BÊRÎKIRIN   Ayata, anî ziman ku 9 sal derbas bûne û di vî 9 salî de gelek tişt guherîne û got: "Min û xwişk û birayên xwe dibistan qedand û me dest bi kar kir. Em zewicîn, zarokên me çêbûn. Her yek ji me çû bajrekî din. Lê dîsa jî me nebûna bavê xwe pir hîs kir. Bavê min, zarokên me nas nekirin. Nehat merasîma me ya mezûniyetê. Me dixwest em gelek tiştan pê re parve bikin."    TÊKOŞÎNA DI WARÊ HIQÛQÎ DE Û NEWROZ    Ayata, diyar kir ku gava bavê wê jiyana xwe ji dest da hê ew di pola yekê ya Fakulteya Hiqûqê de bûye û çawa zanîngeh kuta kiriye daxilî dosyeyê bûye û mudaxileyî pêvajoya hiqûqî kiriye. Ayata, destnîşan kir ku li gelê lêgerîna di warê hiqûqî de têkoşîna ku bavê wê di oxira wê de jiyana xwe ji dest daye jî domandiye û her tim xwestiye tiştekî li wê têkoşînê zêde bike. Ayata got: "Em dixwazin kiryar bên cezakirin hem jî em dixwazin feraseta rûxîner a îqtidarê bi dawî bibe."    WATEYEKE BI HEZARAN SAL    Ayata, anî ziman ku Newroz ji bo gelê kurd sembola berxwedan û serîhildanê ye û çendî ku bi hezaran sal derbas bûne, hîn jî vê wateya xwe diparêze û got: "Di mîtolojiya kurdî de, bi serketina berxwedana Kawayê Hesinkar re bihar tê. Di dîroka me ya nêz de Mazlûm Dogan, Destana Kawayê Hesinkar bi ruh û can kir û wateyeke siyasî lê bar kir. Niha jî Newroz wateya xwe ya berxwedan û têkoşînê didomîne."    NE ŞÎN, ROJA BERXWEDANÊ YE    Ayata, destnîşan kir ku çendî ku bavê wê di roja Newrozê de jiyana xwe ji dest dabe jî, lê belê ev roj ji bo wan ne roja şînê, roja berxwedanê ye û wê bi coşeke mezin pêşwazî dikin. Ayata got: "Te dît gava merivekî mirov jiyana xwe ji dest bide, wan bi dilekî şewat bibîr tîne, lê em bi coşeke mezin bibîr tînin. Çendî ku bavê min wê rojê jiyana xwe ji dest dabe jî, Newroz ne ji bo min ne jî ji bo malbata min nebû roja şînê. Berevajî, li bara me bi jiyana bavê min wateyeke din lê bar bû."    BANGAWAZΠ   Ayata,di dawiya axaftina xwe de ji bo Newrozê bang li her kesî kir û got: "Li dijî hemû tepisandinan û tahdeyan bang li her kesî dikim ku xwedî li coşa Newrozê derkeve."    MA / Îdrîs Sayilgan