Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze? 2021-03-16 09:55:27 AMED - Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurê wê bi destê AKP'îyan hat kuştin 2 sal û 9 mehin li edaletê digere. Dayika ku serî li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û mafên mirovan da û edalet xwest îro bi tenê li pêş Edliya Rihayê nobetê digere. Emîne Şenyaşar ku li gel Kurê xwe Ferît Şenyaşar Edaletê dixwaze gelo kes hawar, feryad û banga wê ya edaletê dibihîze? Parlanenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên xwe beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an, di 14'ê Hezîranê de li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtibûn. AKP'îyan di êrîşê de bav Hacî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar, birîndar kirin. Dema bav û 2 kur rakirin nexweşxaneya Pirsûsê, AKP'îyan li ber çavên polîs û rayedarên dewletê erîş berdewam kirin. Li nexweşxaneyê bav û kur bi awayekî xedar kuştibûn. Bira Fadil Şenyaşar ê birîndar kiribûn jî bi saxî filitî. Di bûyerê de Mehmet Şah Yildiz jî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê Fadil Şenyaşar girtin û şandin Girtîgeha Xarpêtê û niha di yek hucreyê de tê girtin Di ser bûyerê de 2 sal û 9 meh derbas bû. Hêj Fadil Şenyaşar girtî tê darizandin. Lê kujer serbest digerin.    BI ISRAR EDALETÊ DIXWAZE   Emîne Şenyaşar a ku AKP'iyan hevjîn û 2 lawên wê kuştin, 8 roj in li gel kurê xwe Ferîd Şenyaşar li pêş Qesra Edaletê, edaletê dixwazin. Malbata Şenyaşar ji bo darizandinek bi edalet serî li Serdozgerê Komarê yê Rihayê dabûn. Lê dozeriyê ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê malbat 8 rojan nobeta edaletê digirin. Malbat bang li Serokkomar, Wezaretê Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dikin ku daxwaza wan a edaletê li ber çavan bê girtin.    Malbata Şenyaşar diyar dikin ku li pêş çavê wan û Waliyê Rihayê bav û bira hatin kuştin. Li gel şahidan dîsa kujer serbest digerin û nayên darizandin. Serbestiya kujeran malbatê dixe nava fikaran. Malbata Şenyaşar ne tenê ji rayedarên hikûmet û dewletê, her wiha ji nûnerên mafên mirovan, hiqûqnas û partiyên siyasî jî dixwazin ku hestiyar tev bigerin û bêdeng nemînin. Bi taybetî dixwazin nûnerên rêxistinên civakî û sivîl li dozê xwedî derkevin.    JI BO EDALETÊ 2 CARAN BINÇAV KIRIN   Malbata Şenyaşaran di 12’ê îlona 2019’an de bi heman daxwazê li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û piştî ku dozger re hevdîtin kirin di heman rojê de çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Di 16’ê kanûna 2020’an de jî Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar, bi daxwaza hevdîtinê çûbûn avahiya AKP’ê ya Rihayê lê li pêş avahiyê hatibûn binçavkirin. Piştî ku rojekê di binçavan de man Şenyaşar û lawê xwe bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Lêpirsîna derbarê malbatê de hatibû destpêkirin pişt re bi biryara neşopandinê bi encam bûbû. Rayedar li şûna dîmenên kêliya kuştinê kom bikin û delîlên sûc kom bikin, Şenyaşar binçav dikin. Malbat dixwaze heqiqet ronî bebe û zilm bi dawî bibe.    LI ENQERE'YÊ JI PARTÎ Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ EDALET XWESTIN   Malbata Şenyaşar di Îlona 2020'an de li Enqereyê 2 rojan ziyaretên saziyan kirin, bi partiyên li meclîsê û bi ÎHD, ÇHD û CÎMER'ê re hevdîtin kirin. Malbatê xwest guh bidin daxwaza wan û edalet pêk bê. Lê her çend xwest bi Serokomar Erdogan re hevdîtin bikin destûr nedan hevdîtin bikin.    FADIL AKP'ÎYAN BAV Û BIRAYÊ WÎ KUŞTIN 33 MEH IN GIRTÎ YE   Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayê wî kuştin 33 meh in li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê di hucreya yek kesî de tê girtin. Di 12'ê Adarê de 6'emîn danişîna  dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Meletiyê pêk hat. Ligel şahid Mûrat Kaya 3 roj piştî bûyerê îfade dabû jî dadgehê 2 sal û nîv şûnde gazî wî kir û îfadeya wî girt. 2 sal û 9 meh borîn, lê hêj dozgeriyê delîl kom nekirine û dîsa danişîn daloqî nîsanê kirin.    ÇIMA TENÊ TÊ HIŞTIN?    Emîne Şenyaşar û kurê xwe ji bo edalet pêk bê 33 men in li Edaletê digerin. Herî dawî li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe di roja 8'an de berdewam dike. Lê balkêş e, di vê pêvajoya ku kampanya "Di destpêkê de edalet" hatiye destpêkirin, tenêtiya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurê wê hatin kuştin û li edaletê digere balê dikişîne ser xwe. Di wêne û dîmenan de tê dîtin ku Emîne Şenyaşar û Kurê xwe tenê li edaletê digerin û tu kes bi gazî û hawara wan naçe. Ev yek pirsa "Gelo tu kes gazî û hawara malbata Şenyaşar dibihîze? tîne aqilan. Di vê pêvajoya ku Xebatên Tifaqa Kurdistanî civînan li dar dixe de gelo çiqas hawara Emîne Şenyaşar tê bihîstin. Gelo kuştina endamên malbata Şenyaşar nakeve nava mijara yekîtiyê? Wê kengî deng û hawara wan bê bihîstin?