Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin 2021-03-16 10:23:49   WAN -  Li navçeya Ebexê li ser sînorê Îranê cenazeyê qerisî yê penaberekî hat dîtin.    Li gundê Qaşîm ê navçeya Ebexê ya Wanê ku li ser sînorê Îranê ye, cenazeyê qerisî yê penaberekî hat dîtin. Piştî agahdarkirina gundiyan leşkerên ku hatin cihê bûyerê cenazeyê nasnameya wî nediyar ji bo otopsiyê rakirin navenda Wanê.