Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir 2021-03-16 11:37:15   ENQERE - Danişîna doza sereke ya Selahattîn Demîrtaş ku jê negirtî tê darizandin bi îtîraza parêzeran a “Bila biryara DMME’yê derbasî girtekê were kirin” dest pê kir.    Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş negirtî jê tê darizandin li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye tê lidarxistin. Danişînê dest pê kir û Demîrtaş bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Edîrneyê beşdarî danişînê bû.    Gelek parêzerên Demîrtaş di danişînê de amade ne. Parlamenterê HDP’ê Serpil Kamalbay, Saruhan Oluç, Kemal Pekgoz, Huseyîn Kaçmaz, Zuleyha Gulum, Mahmut Togrul, endamê Meclîsa HDP’ê parêzer Dogan Erbaş vû rêveberên HDP’ê û gelek rojnamevan beşdarî danişînê bûn.    XWEST BIRYARA DMME’YÊ DERBASÎ GIRTEKÊ BIKIN    Piştî xwendina nasnameyê serokê dadgehê bi dirêjahî fezlekeyên bûne mijara dozê xwend. Li ser vê yekê parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman mafê axaftinê girt û biryara “Bila demildest were berdan” a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di kanûna 2020’an de têkildarî Demîrtaş da bi bîr xist û wiha got: “Hûn dirêj dirêj dosyeyên Wan û Enqereyê dixwînin. Mîna ku biryara DMME’yê nîne tevdigerin. Wisa xuya dike ku bêyî hûn biryara DMME’yê li ber çavan bigirin danişîn3e berdewam bikin. Lê em li bendê bûn ku biryara DMME’yê jî derbasî girtekê bikin lê belê hûn rabûne mîna ku biryarek wiha nîne fezlekeyan dixwînin.”    Serokê dadgehê got “hûnê paşê daxwaza xwe ragihînin” û xwendina fezlekeyan domand. Danişîn bi xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin didome.