Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin 2021-03-16 11:46:43 NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku angaştên derbarê tenduristî û şertên jiyanê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de encama tecrîdê ne û xwest ji bo derbaskirina van fikaran astengiyên li pêşiya hevdîtinên bi parêzer û malbatê re bên rakirin.  Angaştên li ser medya civakî yên têkildarî tenduristî û şertên ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, malbat, parêzer û raya giştî kir nav fikaran. Têkildarî vê mijarê duh malbat û parêzerên Ocalan bi daxuyaniyê fikarên xwe yên têkildarî mijarê anîn ziman û daxwaza hevdîtina lezgîn kirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî têkildarî mijarê nirxandinan kir û got ku israra tecrîdê ya desthilatê israra şer e.    ‘ÎMRALI NE GIRTÎGEHEKE JI RÊZÊ YE’    Di destpêka axaftina xwe de Gunay bal kişand ser şertên Girtîgeha Îmraliyê û têkildarî mijarê ev tişt got: “Girtîgeha Îmraliyê ne girtîgehek ji rêzê ya Tirkiyeyê ye. Malbat, parêzer, parastvanên mafên mirovan, heyetên serbixwe bi awayekî hêsan nikarin biçin Îmraliyê û çavdêriyan bikin û têkilî deynin. Malbat herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’an de axaftineke bi telefonê kiriye. Têkilî danîna herî dawî ev e. Ji ber vê rewşê ev angaştên ku tên kirin di serî de malbat û parêzeran hemû raya giştî ya demokmratîk dike nav fikaran.”   ‘RÊYA ÇARESERIYÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE’    Gunay, bêdengiya hikûmetê ya derbarê angaştan de rexne kir û axaftina xwe wiha domand: “Bêcidiyet, nîşan nedayîna hesasiyetê û bersiv nedayîna hikûmetê ya derbarê mijarê de pirsgirêk e. Rêya rakirina ji holê ya vê pirsgirêkê rakirina tecrîdê ya li Giravê û pêkanîna hevdîtinên bi malbat û parêzeran re ye. Divê heyetên serbixwe bikaribin biçin Îmraliyê kontrol bikin û bi awayekî rêk û pêk divê bingeha pêkhatina hevdîtina bi parêzeran re bê avakirin. Ev jî bi rakirina tecrîdê pêkan e. Nûçe û angaştên bi rengî ji ber tecrîdê dertên holê. Heke qada têkiliyeke bi rêk û pêk hebe û tecrîd bê rakirin wê pêwistî bi angaşt û nûçeyên bi rengî nemîne. Qaşo wê hevîtina malbat û parêzeran pêk bihata. Ji ber wê jî wê malbat û parêzeran çavdêriya rastî û şaşiyan bikira. Lê şertê vê tunene.”   Herî dawî Gunay, daxwaz kir ku ji bo derbaskirina fikaran û careke din heman rewş dernekeve holê qedexe û astengiyên li pêşiya hevdîtinên malbat û parêzeran bê rakirin.    MA / Ozgur Paksoy