Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir 2021-03-16 13:03:19   RIHA - Çalakiya rûniştinê ya Malbata Şenyaşar a bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 8’an de ye. Dozgerê ku daxwaza hevdîtinê qebûl nake, ketina baxçeyê edliyeyê ji malbatê re qedexe kir.   Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Ferdê malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawên xwe winda kir li gel lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo dozê edalet pêk were bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê dan destpêkirin. Çalakî di roja 8’an de berdewam dike.   Ji malbata Şenyaşar a ku dixwaze bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtinê bike re heta niha tu bersivên erênî nehatine dayîn. Emîne Şenyaşar duh bi ideaya “Ji peywîrdarê cemaweriyê re heqaret” hatibû binçavkirin. Şenyaşar, piştî ku îfadeya wê hat girtin serbest hatibû berdan û careke din vegerî bû li pêş edlîyeyê.    CÎHANÊ BIHÎST LÊ WEZÎR NE BIHÎST   Şenyaşar ên di saetên serê sibê de hatin ber edliyeyê xwestin çalakiya xwe bidomînin. Lê li ser fermana dozgerê ku hevdîtinê qebûl nake, negirtin baxçeyê edliyeyê. Malbatê ji hesabên xwe yên twîtterê ev daxuyanî da: “Dozger ketina me ya deriyê edliyeyê jî qedexe kiriye. Hemû cîhanê qêrîna me ya edaletê bihîst lê Wezîrê Dadê ne bihîst.”   Malbata Şenyaşar a negirtin baxçeyê edliyeyê jî çalakiya xwe birin ber deriyê ketina edliyeyê. Emîne Şenyaşar a li pêş edliyeyê qêrîn dike di nav hêsirên çavan de wiha got: “Êdî bes e, em mirin. Em bi dewletê mirin. Em bi vê dewleta neyî mirin. Xwedê tu ne li jorî?”