33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye! 2021-03-16 13:05:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi fermana Saddam Huseyîn di 16’ê Adara 1988’an de bi gaza kîmyasalê êriş li Helebceyê hat kirin û qirkirineke herî mezin a di sedsala 20’emîn de pêk hat. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di êrişa heta niha bandora wê dom dike de 43 hezar û 753 zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest da û 61 hezar mirovan zêdetir jî seqet man.   Li gel du şerên cîhanê yên mezin ku bû sedemê mirina milyonan mirovan, sedsala 20’emîn bû sehneya qirkirinên ku di dîroka mirovahiyê de bibin mora reş. Hîroşîma û Nagazakî jiî ji van qirkirinên bi êrişên kîmyewî pêk hatine ne. Yek ji van qirkirinan jî di dawiya çarêka sedsalê de li Helebceyê pêk hat. Komkujiya ku 33 sal d ser de derbas bûn, di demê ku “Şerê yekemîn ê Korfezê” yê di navbera salên 1980 û 1988’an ku di navbera Îran û Îraqê de pêk hat de qewimî. Bi fermana Saddam Huseyîn di 16’ê Adara 1998’an de bi gaza kîmyasalê êrişî Helebceyê hat kirin. Li gorî hin çavkaniyên fermî piştî bomberana kîmyasalê ya Helebceyê ku 5 saetan domkir bêtirîn jê jin û zarok 6 hezar û 357 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 765 kes jî bi awayekî giran birîndar bûn. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji wê rojê heta roja me 43 hezar û 753 zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest da û 61 hezar mirovan zêdetir jî seqet man.   Piştî darbeya Baasê ku di sala 1969’an de li Iraqê pêk hat, Saddam Huseyîn ê di sala 1979’an de rêveberî girt destê xwe piştî şoreşa bi rêbertiya Ayetûlah Humeynî li Îranê pêk hat, Peymana Cezayîrê ya di sala 1975’an de hatibû îmzekirin betal kir. Piştî ku Saddam ket bajarên Başûrê Îranê Abadan û Hurremşehr ên zêdetir ereb lê dijîn şerê Îran û Îraqê dest pê kir.    SADDAM FERMAN DA KU GAZA BI JEHR BÊ BIKARANÎN   Piştî ku bi Peymana Cezayîrê destkeftiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku Mesûd Barzanî lîderê wê bû û Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) a Celal Talabanî lîderê wê bû ketin xetereyê, li dijî Saddam Huseyîn serî hildan. Rêveberiya Tehranê di vê pêvajoyê de piştevaniya hêzên kurd kir. Di dawiya şerê Îran û Îraqê de artêşa Îranê bi “Tevgera Serkeftinê-7” êrişî Iraqê kir. Pêşmergeyên girêdayî YNK’ê jî bi artêşa Îranê re hevkarî kirin û ketin bajarê Helebceyê û serhildan dan destpêkirin. Li gel vê yekê Saddam ji bo pêşketina Îranê bisekinîne ferman da xizmê xwe Fermandarê Artêşa Iraqê yê Eniya Bakûr Alî Hasan al-Majîd ku bombeyên gaza kîmyasalê bi kar bîne.   ÎNA BI XWÎN   Di 16’ê Adara 1988’an de heşt teyareyên MÎG-23 bombeyên gaza bi jehr li ser Helebceyê barandin. Mirin bi gazên weke hardal, sarîn û VX’ê bi bêhna sêvan belav bû. Komkujiya ku di roja înê de pêk hat weke “Îna bi xwîn” hat navkirin. Piştî êrişê nexweşiyên cuda derkektin holê, zarokên ji dayik bûn an seqet bûn an jî nexweş bûn.   JI SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HAT DARIZANDIN   Pergala Saddam Huseyîn a fermana qirqirina Helebceyê da, bi mudaxileya Amerîkayê ya di sala 2003'yan de hilweşiya. Seddam ji mirina 180 hezar mirovan a di çarçoveya Tevgera Enfalê de jiyana xwe ji dest dan berpirsyar hat dîtin û hat darizandin. Lê Saddam ji ber cezayê darvekirinê yê ji sûcekî din girt, di 30’ê kanûna 2006’an de hat înfazkirin. Piştî mirina wî ji darizandina qirqirina li kurdan hatiye kirin berdewam kir. Alî Hasan ê bi navê xwe yê ‘Kîmyasal Alî’ jî ji Komkujiya Enfalê hat darizandin û ji sûcê “li dijî mirovahiyê sûc kiriye û qirqirinê pêk aniye” di 25’ê çileya 2010’an de hat înfazkirin.   WEKE ‘QIRKIRIN’ HAT NASÎN   Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê, di 1’ê Adara 2010’an de Komkujiya Helepceyê weke “qirkirin” nas kir. Ev biryar ji aliyê Meclîsa Iraqê, Meclîsa Herema Kurdistana Federe û ji aliyê Norveç, Swêd û Îngîlîstanê ve jî weke “qirkirin” hat qebûlkirin.    Parlementerê HDP’ê yê Wanê yê wê demê di sala 2018’an de bi armanca Komkujiya Helepceyê weke qirkirin bê nasîn pêşniyazname dabû Meclîsa Tirkiyeyê lê ev daxwaz hat redkirin.