Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin 2021-03-16 13:19:19 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, bi daxwaza ku angaştên li ser medya civakî yên têkildarî tenduristî û şertên ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên ronîkirin, serî li Wezareta Edaletê da.   Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, bi daxwaza ku angaştên li ser medya civakî yên têkildarî tenduristî û şertên ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên ronîkirin, bi daxwaznameyê serî li Wezareta Dade da û xwest ku qedexe û astengiyên li pêşiya hevdîtinan bên rakirin.    Ocalan di daxwaznameyê de ev tişt anîne ziman:    “Em malbata rêzdar Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye, bi tu awayî nikarin têkiliyê pê re deynin. Li Girtîgeha Îmraliyê herî dawîn di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtina bi parêzeran re pêk hatiye û di nava 21 salan de bi tenê carekê bi malbata xwe re bi telefonê axiviye. Têkiliya dawîn jî ji ber pandemiyê di 27’ê Nîsana 2020’an de bi bikaranîna mafê telefonê pêk hatiye. Piştî vê dîrokê ne malbat û ne jî parêzerên wî bi tu awayî agahî jê nestendine û derbarê jiyana wî di 14’ê Adara 2021’an de li ser medyaya dîjîtal hin îddîa hatibe belavkirin. Ev îddîa me dixe nav fikaran.   Nabe ku maf û azadiya bingehîn a ku di warê rêgezên gerdûnî û qanûnên neteweyî hatine mîsogerkirin werin nîqaşkirin, ligel hemû hewldanan jî li dijî hiqûqê destûr nayê dayîn ku rêzdar Ocalan bi malbat û parêzerê xwe bibîne. Ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan û rêyên hevdîtinê were vekirin li girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Grevên birçîbûnê ketiye rewşeke krîtîk. Ji ber van sedeman divê wekî her girtiyan mafên bingehîn were bikaranîn, qedexeya hevdîtinê ya li ser rêzdar Ocalan were rakirin û di demeke herî kurt de hevdîtina bi wî re were kirin. Em dixwazin ku ev îddîayên li ser jiyana wî jî werin zelalkirin û fikarên ji ber van îddîayan jî werin bidawîkirin.”