Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn 2021-03-16 14:21:15   AMED – Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê dema qedexeyên derketina derve hatibû kuştin Mûstafa Çûkûr salek û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.      Danişîna doza ku ji ber weşandina kongreya  awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a sala 2016’an bi angaşta “propagandaya rêxistinê” li Midurê Berpirsyar ê Ozgur Gun TV’yê ku bi KHK’ê hatibû girtin Bariş Bariştiran, Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hilmî Aydogdû, bavê Rozerîn Çûkûr ku dema qedexeyên derketina derve li Sûrê hatibû kuştin Mûstafa Çûkûr hatibû vekirin, hat dîtin. Di danîşna ku li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin de biryar derket.    Her sê bersûcên dozê tevlî danişînê nebûn parêzerên wan Resûl Tamûr, Abdûlkadîr Guleç û Abdûllah Zeytûn li danişînê amade bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya di danişînên beriya niha aşkera kiribû dubare kir. Danişînê de her sê parêzeran parastina muwekîlê xwe kirin û beraeta wan xwestin.    Piştî navberê dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê Bariştiran û Aydogdû beraet kir û bi angaşta “propagandaya rêxistinê” sal û 6 meh û 22 cezayê girtîgehê li Çûkûr birî.