Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn 2021-03-16 15:30:50   TEKÎRDAG - Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de li nvçeya Ergene ya Tekîrdagê were pîrozkirin destûr hat dayîn.    Komîteya Amadekar a Nerwoza Tekîrdagê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” di 20’ê adarê de saet di navbera 10.00 û 15.00’an de wê li navçeya Ergene ya Tekîrdagê pîrozbahiya Newrozê li dar bixe. Komîteya Amadekar ji bo pîrozbahiyê serî li Qeymeqamiya Ergene da. Qeymeqamiyê serlêdanê nirxand û destûra pîrozbahiya Newrozê da.