Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin 2021-03-16 15:51:02   EDENE – Dogan Demîr ê HPG’î ku li Îskenderûnê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû piştî 6 mehan radestî malbata xwe hat kirin.      Dogan Demîr ê HPG’î di 26’ê cotmeha 2020’an de li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Serlêdana malbatê ku ji bo girtina cenazeyê Demîr li Saziya Tipa Edlî (ATK) kiribû, piştî 6 mehan bi dawî bû. Piştî DNA’yan hev dû girt malbatê careke din serlêdan kir û cenazeye kurê xwe girt. Ji bo ku li gundê Qoçqiranê yê navçeya Qelqelî ya Wanê bê veşartin ji Edeneyê derket rê.