Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin 2021-03-16 16:11:29   ENQERE - Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş negirtî jê tê darizandin, taloqî 14’ê nîsanê hat kirin.    Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê negirtî jê tê darizandin li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye hat lidarxistin. Demîrtaş bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Edîrneyê beşdarî danişînê bû û parastina xwe kir. Piştî navbera danişînê parêzer axivîn û parastina miwekîlê xwe kirin.    Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê biryara dosyeya Demîrtaş a li Dadgeha 22’emîn a Enqereyê bi vê dosyeya di destê wan de re bikin nîvîs bê nivîsandin û ji bo biryara DMME’yê wergera tirkî were xwestin nivîs ji Wezareta Dadê re were nivîsîn û daxwaza reda dadgerî were nirxandin da. Şandeya dadgehê danişînê taloqî 14’ê nîsanê kir.