Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne 2021-03-16 16:49:24   STENBOL - Têkildarî rewşa ewlehiya jiyanê û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de di medya civakî de hin îdea hatin weşandin û ji gelek aliyan bangên “bila demildest hevdîtin bên kirin” hatin. Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Ocalan tu agahî nayên girtin.   Derbarê rewşa tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin hin îdea di medya civakî de hatin parvekirin. Têkildarî îdeayên hatin weşandin de parêzerên Buroya Asrin Hiqûqê ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê dan. Ne erênî ne neyînî bersiva serlêdanan nehat dayîn. Di serlêdanê de hat xwestin ku bi awayekî lezgîn daxwaz bên qebûlkirin û malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Piştî 20’ê Tîrmeha 2016’an ve ji parêzerên Ocalan re 4 caran 6 meh qedexeya hevdîtinê hat dayîn.    PIŞTÎ 8 SALAN   Piştî 27’ê tîrmeha 2011’an bi hin hincetan çûna parêzeran ya Girava Îmraliyê hat astengkirin. Parêzeran piştî 8 salan dû çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kir û belavî hemû girtîgehan bû di 2’yê Gulana 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di pêvajoya ku çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikir de di 16’ê Gulana 2019’an de Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul wiha got: “Biryarên derbarê qedexeya hevdîtinê de hatin rakirin û derfetê hevdîtinê pêk hat.” Piştî van gotinan parêzer di 22’yê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karî biçin Girava Îmraliyê. Pişt re hemû serlêdanên parêzeran an hatin redkirin an jî jê re bersiv nehat dayîn.    4 CARAN QEDEXEYA PARÊZERAN   1’emîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ewil di 20’ê Tîrmeha 2016’an de biryara qedexeya hevdîtina malbat, parêzer, wasî, telefon, şandina faks, name da. Pişt re bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 1’emîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê di 6’ê Îlona 2018’an de derbarê Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de biryareke nû da. Hevdîtina parêzeran a bi muwekîlên wan re 6 mehan qedexe kir. Dadgehê biryareke weke wê di 2’yê Adara 2018’an de wergirt û careke din 6 meh hevdîtin qedexe kir.    BIRYAR DI 2’YÊ NÎSANÊ DE XELAS DIBE   Herî dawî di 23’yê Îlona 2020’an de bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 2’emîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê qedexeya 6 mehan da parêzeran. Di biryarên qedexeya 6 mehan de cezayên hucreyê yên di salên 2005 û 2009’an de hatine dayîn û pêşkeşkirina “Nexşerêya” ji 156 rûpelan pêk dihat a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hincet hatin nîşandan. Hatibû zanîn ku biryara di 7’ê cotmeha 2020’an de ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê re hatibû şandin di 23’yî îlona 2020’an de hatibû wergirtin. Tê payîn ku di 2’yê nîsanê de ew biryar bi dawî bibe.    DI 21 SALAN DE TENÊ CAREKÊ BIKARANÎ   Ocalan, mafê xwe yê ragihandinê ku bi awayekî fîîlî hatiye qedexekirin jî ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve tenê carekê bikaranî. Ji Ocalan ê ji ber fikarên pêvajoya pandemiyê di 27’ê nîsana 2020’an de mafê xwe yê hevdîtina telefonê bikaranî re 6 meh qedexeya hevdîtina telefonê hat dayîn. Hat zanîn ku biryara qedexeyê Serokatiya Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Miduriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di 7’ê Îlonê de girtî ye.   BIRYARA QEDEXEYA MALBATÊ    Di 14’ê Îlona 2018’an de ji Ocalan re 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê hatibû dayîn. Li gel biryara astengkirinê di 14’ê Kanûnê de rabû jî serlêdanên di 14, 21 û 28’ê Kanûna 2018’an de li 1’emîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê kirin bi hinceta qedexeyê hat redkirin. Dadgehê di çarçoveya mutaalaya dozger de serlêdan red kirin.   JI MALBATAN RE JÎ QEDEXE   Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî biryara qedexeyan a 3 mehan di 14’ê Îlona 2019’an de serî Dadgeha Destûra Bilind da. Di biryara qedexeyê ya Lijneya Dîsîplînê û Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dayî de “Astengkirinên derbarê hikumxwara de hatine dayîn” weke hincet hat nîşandan. Buroya Hiqûqê ya Asrinê biryara redkirinê ya hatî dayîn di serlêdana 16’ê tebaxa 2019’an a ji bo hevdîtina malbatan dayî de hîn bûn. Parêzeran ji bo îtîrazê biryarê bikin xwestin dosyayê bidin wan. Lê dadgehê diyar kir ku ji bo Ocalan demê îtîrazê tejî bûye û serlêdana ji bo her sê girtiyên din jî hatine red kirin. Dadgehê anî ziman ku biryar di 9’ê tebaxa 2019’an de misoger bûye. Di 22’yê nîsana 2019’an de jî bi hinceta “sûcê dîsîplînê” 3 mehan qedexeya hevdîtina malbatê dan.    JI OCALAN BANGA YEKITIYÊ   Hat diyarkirin ku di 27’ê Sibata 2020’an de li Îmraliyê şewat derketiye. Li ser ji gelek aliyan bertek hatin nîşandan û hat xwestin demildest hevdîtin pêk were, di 3’yê Adara 2020’an Mehmet Ocalan bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. Ocalan di hevdîtinê de diyar kir ku rewşa wî baş e û wiha got: “Ez bi vî temenê xwe şev û roj dixebitim. Rêyên çareseriyê digerim. Ji bo xwe tiştekê nakim. Lê me sozek da vî gelî. Vî gelî ewqas bedel dan. 50 sal in em ked didin, nirx hene. Me gelek bedel dan. Heke hûn bibin yek û bi hêz bibin hûnê pirsgirêka mezin jî çareser bikin. Kes nayê û ji we re pirsgirêkê çareser neke. Esas çareserî hûn bi xwe ne. Partî ne malê kesê ye. Em dibêjin mase lê li Tirkiyeyê mase du ling e. Hûn jî mecbûr in bibin lingê sêyemîn. Ev bi çi dibe? Bi hêzê dibe. Hûn vê bikin, kedê bidin dê çêbibe. Ev jî ji gel re xizmet kirin û ked dayînê dibe.”   4’Ê ADARÊ QEDEXE BI DAWÎ BÛ   Piştî vê dîrokê nehiştin malbat hevdîtinê pêk bînin û careke din di 30’ê Îlona 2020’an de bi hinceta cezayê dîsîplînê ji hevdîtina malbatê re qedexe anîn. Parêzeran biryara redkirinê di serlêdana ji bo malbatan a 4’ê mijdarê de hîn bûn. Hemû serlêdanên parêzeran ên di vê mijarê de hatin redkirin. Ji ber qedexeyên hevdîtina malbatan 3 meh in hewceye k udi 4’ê adarê de ev qedexe bi dawî bibe. Derbarê vê mijarê de jî ne erênî ne neyînî ji parêzeran re tiştek nehatiye gotin.