Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de 2021-03-16 20:26:08     STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, ragihand ku îdiayên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nerast in. Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez  jî got: "Ma çima em ê pişta xwe bi daxuyaniya dozgeriyê ve girêbidin?"    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, derbarê parvekirinên li ser medyaya sosyal ên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, bi awayekî nivîskî daxuyanî da. Buroya Ragihandinê ya Dozgeriyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku tenduristiya Ocalan baş e û îdiayên derbarê wî de nerast in.    Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez jî got: "Ma çima em ê ji bo rewşa tenduristiya muwekîlê xwe, ji bo xebergirtinê li benda daxuyaniyê dozgeriyê bisekinin an jî ma çima em ê pişta xwe bi daxuyaniya dozgeriyê ve girêbidin? Ma di dewleteke hiqûqê de tiştên bi vî rengî asayî ne? Me duh çi gotibe, em îro jî heman tiştî dibêjin. Tavilê divê tecrîd bê rakirin û muwekîlê me Birêz Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Divê malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin. Em parêzer dixwazin biçin Îmraliyê û bi çavê xwe muwekîlê xwe bibînin."