Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe 2021-03-17 09:07:10 AMED - Rojnamevan Farûk Balikçi ku 30 sal in li herêmê pîrozbahiyên Newrozê dişopîne got: "Çendî ku astengî hebûn jî qadên Newrozê heya ber dev tije dibûn. Newroza 92'yan a Cizîrê û Newroza ku hunermend Sezen Aksû beşdar bûbû, qet ji bîra min naçe."    Ji Newroza îsal re çend roj mane. Lê belê gelê kurd ji niha ve dest bi pîrozbahiyê kiriye. Rojnamevan Farûk Balikçi ku 30 sal in li herêmê pîrozbahiyên Newrozê dişopîne, destnîşan kir ku ligel hemû êrîş, astengî û komkujiyan jî gelê kurd daketiye qadan û Newrozê pîroz kiriye.    Balikçi, anî ziman ku di salên 1990an de ji ber polîtîkaya tunekirinê ya dewletê, Newroz ji bo gelê kurd bûyer piştevanî û têkoşîn û piştî vê Newroz bûye sembolek e. Balikçi, bilêv kir ku destpêka vê jî Newroza 1991'ê ye. Balikçi, bibîr xist u navenda Newrozên 90'î ku bûne cihê qewimînan, Cizîr û Nisêbîn e, lê belê çendî ku cinayetên kiryar nedyar çêdibûn jî gel bi coşeke mezin Newrozê pîroz kiriye.    'QAD HETA BER DEV TIJE DIBÛN'    Balikçi, bibîr xist ku ku piştî Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin, Newroz bi temamî veguherîbûn têkoşînê û got: "Ev, destpêk bû. Newroz, li herêma Botanê bi coşeke mezin dihat pêşwazîkirin û dibû cihê pîrozbahiyên mezin. Li Cizîrê jî bi heman awayî dihat pîrozkirin. Gundên li derdorê hemû xwe li çiyan dixistin, kincên xwe li xwe dikirin û qefle bi qefle dihatin Newroza Cizîr. Cizîr, dibû lehiya mirovan. Lê belê dewletê, çendî ku ne qedexe bû jî, nedihişt kurd Newrozê pîroz bikin. Çendî ku astengî hebûn jî, qad heya ber dev tije dibûn. Helbet bedêlek vê jî hebû. Di wan êrîşan de em dibûn şahid ku bi dehan, bi sedan mirov dimirin. Di Newroza 1991'ê û ya 19912'yan gelek kes jiyana xwe ji dest dan."    ‘BERA ROJNAMEVANAN DIDAN'    Balikçi, diyar kir ku di salên 1990'î de beriya 21'ê Adarê gelek rojnamevan ji herêmê û ji Ewropayê berê xwe didan Cizîrê û amadekarî dikirin. Balikçi got: "Pîrozkirina Newrozê serbest bû, lê dîsa jî me dizanibû ku dê dewlet mudaxile bike. Rojnamevan nikaribûn bi rihetî biçin. Ji lew re çekê li rojnamvenan jî diteqandin. Wê çaxê rojnamevanekî xwest wêne bigire, lê fîşek li tiliya wî ketibû. Tu bikî nekî hinekî tirs jî xwe li me digirt. Wê çaxê hema bibêje Cizîr navenda JÎTEM'ê bbû. Ji bo wêneyên wê demê tune bin, êrîş dibirin ser rojnamevanan. Nedixwestin wêne bên girtin."    ‘NEWROZA 1992'YAN HÎN JÎ DI BÎRA MIN DE YE'    Balikçi got: "Di sala 1992'yan de eskeran bi wesayîtên zirxî rê girtibûn û êrîş dibirin ser gel. Lê belê dîsa jî gel paş de gav neavêtibû û Newroê pîroz kiribû. Ew roj hîn jî di bîra min de ye. Her wiha piştî wê di pîrozbahiyekê de fîşek li ser rojnamevanekî ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Ev, bûyer jî hîn di bîra min de ye. Piştî vê Newroza Amedê ku hunermend Sezen Aksû jî tevlê bûbû ji bîra min naçe. Sezen Aksû vexwandibûn ser dikê û baran dibariya. Lê milyonek mirov di bin wê baranê de bûn. Ez wer texmîn dikim, Sezen Aksû jî cara ewil leqayî qelebalixiyeke wisa hatibû. Çendî ku baran hebû jî kes neçû. Aksû, gava rahişt mîkrofonê nikaribû biaxife, çavên wê şil bûbûn. Min bandorek mezin ji wê Newrozê girt."    Balikçi, anî ziman ku niha jî bi heman hîsan û bê kelecan li benda Newrozê ye û got: "Heger ji ber pandemiyê tiştek rû nede, ez dibêjim ê îsal mirov hîn bêtir tevli pîrozbahiyê bibin. Ez wer difikirim ku ê kurd îsal bi Newrozê bersiva êrîşan bidin."    MA / Ergîn Çaglar