Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin 2021-03-17 09:07:14 MÊRDÎN - Siyasetmedaran diyar kir ku ji ber îdiayên derbarê tenduristî û jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bifikar in û xwestin tavilê hevdîtin were kirin.  Ev çend roj e li ser medyaya sosyal derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hin îdia tên pravekirin. Piştî van îdiayan fikarên derbarê tenduristî û ewlehiya Ocalan de zêdetir bûn.    Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kûday, Hevserokê DBP'ê yê Qoserê Mahmût Damar û Hevserokê Komeleya Erebên Demokrat ya bi KHK'ê hat girtin Dîlaver Înal, ji bo hevdîtin çêbibin bang kirin.    VÎNA SIYASÎ   Hevserokê HDP'a Mêrdînê Salîh Kûday, dyar kir ku raya giştî li benda daxuyaniyekê ye û demildest divê Ocalab hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bike. Kûday, bibîr xist ku di heyamên herî dijwar de jî bi milyonan kesî îmze danîne bin kampanyayan û gotine "Ocalan vîna min a siyasî ye" û got: "Niha 111 roj in bi sedan kes li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Tenê ji bo kurdan û Rojhilata Navîn ne girîng e. Îro roj li seranserê cîhanê bi hezaran kes ji bo jiyana Birêz Ocalan meşan li dar dixin. Pêşî demildest divê tecrîd bi dawî bibe û parêzer û malbat biçin hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bikin."    Kûday, bal kişand ser îsrara çareseriyê ya Birêz Ocalan jî û got: "Daxwaza me, li Rojhilata Navîn û erdnîgariya me xwîn nerije. Bila şert û mercên Ocalan bên başkirin û aştî çêbibe. Berê jî bi bangawaziya Birêz Ocalan xwîn sekinîbû. Li girtîgehan grevên birçîbûnê hebûn. Bi bangawaziya wî bi dawî bûn. Niha jî li 120 girtîgehî girtî di greva birçîbûnê de ne. Armanca vê greva birçîbûnê, bidawîbûna tecrîd ye. Tecrîd, kujende ye, divê bi dawî bibe. Tecrîd xwîn e. Tavilê divê tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin çêbibin." ’   Hevserokê Komeleya Erebên Demokrat ku bi KHK'ê hatiye girtin Dîlaver Înal jî, anî ziman ku ji ber nûçeyên derbarê tenduristî û ewlehiya Ocalan de pir bi fikar in. Înal, bilêv kir ku Deklerasyona Aştiyê ya Birêz Ocalan ku di Newroza 2013'an de daxuyandibû hîn jî têbor e û got: "Rakirina astengiyên li ber Tirkiyeyê, pêkanîna edaletê, aştî û bidawîbûna tecrîdê daxwaza me ye. Heger ev daxwaz pêk bên ê kes nemire û wê civak aram bibe. Lewma demildest divê tecrîd bi dawî bibe."    XETA SOR    Hevserokê DBP'a Qoserê Mahmût Damar jî destnîşan kir ku Ocalan tenê ne ji bo kurdan, ji bo tevahiya cîhanê girîng e. Damar, anî ziman ku Ocalan ji bo kurdan û Rojhilata Navîn "xeta sor e", lewma demildest divê hevdîtin bên kirin.