Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e 2021-03-17 09:07:15 ÎZMÎR - Nivîskar Hacay Yilmaz ku li Herêma Egeyê bûye şahidê gelek pîrozbahiyên Newrozê, destnîşan kir ku dê di pêvajoyên aştiyê de nasnameyên cuda bi awayekî hîn xurtir li qadan bên cem hevdu.  Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nivîskar Hacay Yilmaz ku heya niha li Herêma Egeyê tevli gelek pîrozbahiyên Newrozê bûye û di nav komîteyên amadekar ên Newrozê de cih girtiye, çavdêriyên xwe yên derbarê pîrozbahiyên li Qada Gundogdûyê parve kirin.    GELAN EV QAD VEKIR    Yilmaz, anî ziman ku ji berê de çalakî û mîtîng hemû li qada Gundogdûyê tên lidarxistin, lê belê ji bo Newrozê astengî dihatin danîn û got: "Dewletê bi salan nexwest li vê qadê Newroz bê pîrozkirin. Lê me li ber xwe da û me li Qada Gundogdûyê Newroz pîroz kir."    RAHŞAN Û NEWROZ    Yilmaz, bilêv kir ku heya nîveka salên 1990'an jî Newroz li taxên ku piranî jê kurd lê dimînin dihat pîrozkirin, lê belê piştî ku di sala 1992'yan de Rahşan Demîrelê li Kadîfekaleyê agir berda bedena xwe pîrozbahî xurtir bûne. Yilmaz, bibîr xist ku bi hezaran kes tevli merasîma cenazeyê Rahşanê bûne û ji wê rojê heya niha li Kadîfekaleyê Newroz bi awayekî hîn xurtir tê pîrozkirin.    JI BIHEVREBÛNÊ NERIHET BÛN    Yilmaz, Newroza 1997'an bibîr xist û diyar kir ku cara ewil di wê Newrozê de nasnameyên cuda bi hev re li Qada Cumhûriyetê Newroz pîroz kirine. Yilmaz got: "Ji ber vê bihevrebûna nasnameyên cuda, bi salan nehat hiştin Newroz ne li Qada Gundogdûyê ne jî li Qada cumhûriyetê bê pîrozkirin. Ji ber vê gel li qada Hîpdromê ya Bûcayê pîroz kir. Qada Gundogdûyê, li navenda bajêr e. Her kes bi rihetî dikare biçe wir. Her wiha tenê ne gelê kurd, mirovên ji nasnameyên cuda jî dikarin vên û tevlê bibin. Mînaka herî berbiçav, em di pîrozbahiyên 2006 û 2015'an de dît. Bi taybetî jî Newroza 2015'an, di dema pêvajoya aştiyê de bû. Her kes bi reng û dengê xwe hatibû qadê. Bûbû cejn. Yanî gava li welêt atmosfera aştiyê hebe, gel hemû bi hev re, wekî cejnê pîroz dikin."    BERXWEDAN LI DIJÎ TECRÎDÊ    Yilmaz, bilêv kir ku her sal têmayek tê hilbijartin ji bo Newrozê û têmaya îsal jî "Em li ber xwe bidin, azad bibin" e. Yilmaz got: "Greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê didome. Pîrozbahî, dê di atmosfereke berxwedanê de bê kirin. Hêvîdar im bi dirûşmeya 'Em li ber xwe bidin, azad bibin' dê li dijî tecrîdê jî dengekî gur bilind bibe."    Yilmaz, bibîr xist ku dê pîrozbahiya Newrozê roja şemiyê saet di 13.00'an de dest pê bike û ji bo beşdarbûnê bang li her kesî kir.    MA / Sevda Aydin