‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin' 2021-03-17 09:07:17 ÎZMÎR - Hevserokên HDP'a Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadîr Baydûr, diyar kirin ku haziriyên xwe yên ji bo Newrozê temam kirine û bang li gelan kirin ku bi hev re govendê bigerînin.  Ê li Îzmîrê Newroz di 20'ê Adarê saet di 13.00'an de li Qada Gundogdûyê bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" bê pîrozkirin. Serokwekîlê koma HDP'ê Sarûhan Olûç, Serokê Giştî y SYKP'ê Cavît Ûgûr, Endamê Meclîsa ESP'ê Mûstafa Nacî Tper, parlementerên HDP'ê yên Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî dê tevli pîrozbahiyê bibin. Her wiha dê hunermend Ayfer Duzdaş, Paksîsler û Arhat jî derkevin ser dikê.    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadîr Baydûr, ji bo pîrozbahiyê bang li gelan kirin.    Hevserok Kadîr Baydûr, anî ziman ku amadekarî temam kirine û 2 roj in jî li kuçeyên bajêr afîş daliqandine. Baydûr, bilêv kir ku ji ber ku par ji ber pandemiyê Newroz nehatiye pîrozkirin, îsal eleqeyeke zêde heye. Baydûr, destnîşan kir ku li benda girseyeke mezin in û dê daxwazên xwe yên di warê tecrîdê û daxwazên hêzên demokrasiyê û gelê kurd bînin ziman.    LI DIJÎ FAŞÎZMÊ    Baydûr, bal kişand ser girîngiya Newrozê û got: "Newroz, serhildan e li dijî zilmê. Lewma dirûşmeya 'em li ber xwe bidin, azad bibin' helwestek e li dijî faşîzmê. Em li benda gel in ku li dijî faşîzmê dakeve qadan."    ROJEV TECRÎD E    Baydûr, destnîşan kir ku rojeva wan a sereke tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Li dijî rejîma yekzilamî, em li Qada Gundogdûyê agirê serîhildanê gur bikin."    Ê GEL BÊN CEM HEV DU    Hevserok Besriye Tekgur jî destnîşan kir ku newroz li gel berxwedanê, sembola aştî û azadiyê ye jî û got: "Em ê careke din li Qada Gundogdûyê biqîrin ku Newroz aştî, azadî, hêvî û ronahî ye. Bihevrebûna gelan pir girîng e. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye 'Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin' û li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin."