Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin 2021-03-17 12:19:35   STENBOL - Siyasetvanan bal kişand ser şert û mercên tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin divê tavilê bi Ocalan re rêyên peywendiyê werin vekirin.    Derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberên PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser medya civakî hin îdia hatin belavkirin. Van îdiayan ji bo parêzeran û malbatê û her wiha di raya giştî de rê li ber fikaran vekir û ev fikar her ku diçin zêdetir dibin. Ji 27’ê Nîsana 2020’an agahî ji Ocalan nayê wergirtin. Li ser van îdiayan parêzerên Ocalan, bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û ev 3 roj in bersiva parêzeran nehatiye dayîn. Siyasetvanan bang kir ku ji bo ev fikar ji holê rabin divê demildest parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtnê bike û xwestin tecrîd were bidawîkirin.    GEFÊ LI KURDAN DIXWIN    Hevseroka Giştî ya Partiya Bindest a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê sepanek ku dixwazin gelê kurd bigirin bin êsîriyê û wiha got: “Dem bi dem agahiyên wiha manîpulasyon tên belavkirin û dixwazin bi vê yekê di şexsê birêz Ocalan de gefê li gelê kurd û hêzên demokrasiyê bixwin. Bi salan e hevdîtina malbat û parêzeran tê qedexekirin. Ev yek jî xemsariya rayedaran û meqamên îdarî nîşan dide. Birêz Ocalan aktorek girîng e. Rewşa tenduristî û ewlehiya wî beriya her tiştî tê. Ji ber vê yekê divê tecrîda li Îmraliyê tavilê were rakirin û bi Ocalan re peywendî were danîn. Lazim e ev rewş bibe rojeva her aliyên polîtîk.”    DIVÊ RÊYÊN PEYWENDIYÊ WERIN VEKIRIN    Hevserokê Giştî yê Şahîn Tumuklu jî anî ziman ku divê bi Ocalan re rêyên peywendî danînê li tavilê werin vekirin û raya giştî were agahdarkirin.    ‘TENÊ RÊYEK HEYE EW JÎ HEVDÎTIN E’    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî bal kişand ser cîdiyeta îdiayên derbarê Ocalan de û got: “Ji bo ev îdia ji holê werin rakirin tenê rêyek heye ew jî hevdîtina bi Ocalan re ye.”    TECRÎD KÊŞEYA HEVPAR E    Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî wiha got: “Tecrîd tenê fişarê ne li ser jiyana birêz Ocalan an jî ya kurdan dike. Tecrîd êdî fişarê li ser jiyana hemû civaka Tirkiyê dike. Dixwazin civakê bi tecrîdkirinê teşe bikin. Îqtidar polîtîkaya tecrîdê li ser tevahiya civakê birêve dibe. Tecrîd tenê ne pirsgirêka siyaseta gelê kurd e. Tecrîd bûye problemek hevpar a parêzvanên demokrasiya vî welatî. Lazim e demidlest dawî li tecrîdê were û rêya peywendiyê were vekirin.”