Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî 2021-03-17 12:44:45   MÛŞ - Dadgeha Mûşê 8 sal û mehek û nîv cezayê zindanê li Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû yê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, birî.    Danişîna biryarê ya doza Hevşaredarê Navçeya Kopê ya Mûşê Adnan Topçû yê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û bi îdiayên “endamê rêxistinê ye û propaganda rêxistinê kiriey” dihat darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat lidarxistin. Topçû û parêzerê xwe beşdarî danişînê bûn.    Topçû anî ziman ku îdiayên derbarê wî de di çarçoveya xebatên siyasî de kiriye û xwest were beraetkirin. Parêzerê Topçû jî îdiayên derbarê miwekîlê xwe de red kir.    Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh û 15 roj û bi îdiaya “propaganda rêxistinê” jî salek û 3 meh cezayê zindanê li Topçû birî.    Parêzerê Topçû, diyar kir ku ew ê biryarê veguhezînin Dadgeha Îstînafê.