Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn 2021-03-17 14:45:49   STENBOL - Dadgehê 7 hezar lîre ceza li rojnamevan Alî Ergîn Demîrhan birî.    Derbarê Edîtorê Sendîka Org’ê Alî Ergîn Demîrhan de ji ber nûçeyên di çile û adara 2018’an de hatine weşandin bi idiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna doza ku Demîrhan jê dihat darizandin li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Şandeya dadgehê bi îdiaya "heqaret li Serokkomar kiriye" 7 hezar lîre cezayê pereyan li Demîrhan birî.