Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin 2021-03-17 15:19:57 ENQERE – Parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî hat betalkirin.    Dadgeha Bilind cezayê derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû de erê kiribû. Îro biryara vê cezakirinê li Desteya Giştî ya Meclîsê hat xwendin. Bi vî awayî parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin. Di kêliya biryar dihat xwendin de Gergerlîoglû jî li Desteya Giştî ya Meclîsê bû.    Piştî xwendina biryara betalkirina parlamenteriyê Gergerlîoglû û parlamenterên HDP'ê li Desteya Giştî çalakiya protesoyê li dar xistin, dirûşm berz kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.