Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin 2021-03-17 16:32:44   NAVENDA NÛÇEYAN – Li hin bajaran banga tevlibûna pîrozbahiya Newrozê li xelkê hat kirin.   Newroza îsal bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” dê were pîrozkirin. Li Edene, Hatay û Semsûrê banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin.    EDENE   Komîteya Amadekar a Newroza Edeneyê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya wê di 21’ê Adarê de li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînanê were lidarxistin, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Seyhanê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Komîteya Amadekar û Hevserokên HDP’a Edeneyê Gulseren Tûral û Mehmet Karakiş beşdarî daxuyuniyê bûn. Hevserokê Bajêr Mehmet Karakiş di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew xelkê bajêr vedixwînin ku li derdora agirê Newrozê kom bibin.    Serokê Komîteya Amedekar Yaşar Demîr jî daxuyanî da û ew li dijî zilmê her kesî vedixwînin pîrozbahiya Newrozê û amadekariyên wan berdewam dikin û wê îsal di rojeva wan de tecrîd, azadî, berxwedan û yekîtî be.    Piştî daxuyaniyê beşdaran govend gerand û starta Newroza Edeneyê dan.    HATAY    Li Hatayê jî Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya wê di 21’ê Adarê de li taxa Yildirimtepe were pîrozkirin daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Rêxistina HDP’a Bajêr a Hatayê Ekrem Nalbat beşdarî daxuyaniyê bû. Hevseroka HDP’a Îksenderûnê Hulya Ateş axivî û xelkê bajêr vexwend pîrozbahiya Newrozê.    SEMSÛR   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Semsûrê jî têkildarî tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de were pîrozkirin li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP’a Bajêr Mehmet Alî Alataş axivî û got: “Em ê bi govend û coşa xwe Newrozê pîroz bikin. Em xelkê xwe hemû vedixwînin pîrozbahiyê.”    Newroza Semsûrê wê di 20’ê adarê de li Cadea Haydar Efendî ya li taxa Mîmar Sînanê were pîrozkirin.