Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin 2021-03-17 16:51:12   AGIRÎ - Dîroka pîrozbahiya Newroza li Bazîdê hat guhertin, wê di 21’ê Adarê de were pîrozkirin.   Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê wê di 20’ê adarê de pîrozbahiya Newrozê bihata lidarxistin. Destûr jibo wê rojê nehat dayîn. Li ser vê yekê Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo 21’ê Adarê serlêdan kir û ji bo vê rojê destûr hat dayîn. Pîrozbahiya Newrozê wê roja 21’ê adarê li qada otoparka vekirî ya li pişt şaredariyê pêk were. Hunermend Hemê Hecî û Koma Jinên Azad derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.