Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin 2021-03-17 17:04:34   AMED - Endamên MED TUHAD-FED û TÛAY-DER’ê bang li hikumetê kir ku tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bi dawî bibe û CPT û NY vexwandin ku peywîra xwe bi cih bînin.   Derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberên PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser medya civakî hin îdia hatin belavkirin. Li ser zêdebûna fikarên derbarê Ocalan ê di bin tecrîdê de Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) li Amedê daxuyaniya hevpar dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê TÛAY-DER’ê Emîn Guzel axivî. Guzel, astengkirina hevdîtina parêzeran û malbatan a bi Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş rexne kir.   ‘ÎDIA FIKARAN ÇÊ DIKE'    Guzel diyar kir ku tecrîda li Gîrtîgeha Îmraliyê tê pêkanîn bi awayekî giran berdewam dike û wiha got: “Ji ber ji 27’ê Nîsana 2020’an û vir ve hevdîtina parêzer û malbatê pêk nehat ji Birêz Ocalan tu agahî nayên girtin. Hevdîtina bi Birêz Ocalan re nayê kirin nîşan dide ku tecrîd bi awayekî herî giran berdewam dike. Îdiayên li ser medya civakî hatin belavkirin di asta herî jor de fikaran çê dike."    ‘TECRÎD BANDORÊ LI CIVAKÊ DIKE’   Guzel anî ziman ku kontrolkirina îdiayên avêtine holê di şertên niha de ne gengaz e û wiha berdewam kir: “Li Girava Îmraliyê ya ji kontrolkirina malbat, parêzer, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî re girtiye, tecrîdeke mûtleq a bê hiqûqî heye. Ev rewş bandorê li civakê hemû dike.”   BANGÎ JI BO RAYEDARAN   Guzel da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan tecrîd berbiçavtir kiriye û wiha bangî rayedaran kir: “Polîtîkaya tecrîdê ya li Girava Îmraliyê tê pêkanîn derveyî hemû qanûnên netewî û navnetewî ye. Îdiayên derbarê birêz Ocalan de me dixe nava fikaran. Divê demildest bi malbat û parêzeran re hevdîtin bê kirin û mafê hevdîtina telefonê bê bikaranîn. Em di serî de Wezareta Dadê û rayedarên hikumetê hemû sazî û dezgehan vedixwînin peywîrê. Dîsa Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî vedixwînin ku peywîra xwe bi cih bînin.”