Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin 2021-03-18 09:02:20 WAN - Abdûrrahman Aşkan, cezayê wî qediyaye lê dîsa jî nayê berdan. Keça wî Rojbîn Bor, diyar kir ku ev demeke bavê wê nikare xwarinê bixwe û nayê tedawîkirin.    Li Girtîgeha Panos a Agiriyê ya Tîpa L'yê girtiyê nexweş Abdûrrahman Aşkan, nayê berdan. Aşkan ku 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn û cezayê wî qediyaye, lê ji ber ku înfaza wî hatiye şewitandin nayê berdan. Ji ber ulsera di mîdeya wî de ev demeke nikare xwarinê bixwe. Her wiha gurçikek wî jî ji sedî 30 xera bûye û dilê wî jî baş lê naxe.    NIKARE XWARINÊ BIXWE    Keça wî Rojbîn Bor ku bi telefonê pê re axifiye, anî ziman ku bavê wê di sala 2018'an de 118 rojan di greva birçîbûnê de maye, li dijî tecrîdê û piştî vê tenduristiya wî xirabtir bûye. Bor, diyar kir ku bavê wê du caran tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a dawî jî bûye û 10 rojan di grevê de maye. Bor, destnîşan kir ku bavê wê niha nikare xwarinê bixwe.    Bor, diyar kir ku çend roj berê bavê wê birine nexweşxaneyê û bijîşkan jê re gotiye "ne tiştekî ji rêzê ye" û careke din randevû dane wî û got: "Lê roja kontrolê wî nebirine nexweşxaneyê. Ji ber ulsera di mîdeya wî de tenê dikare nan û mast bixwe. Nexweş e, lê nayê tedawîkirin. Ê endoskopî bikirana, lê wî nebirine nexweşxaneyê."    Bor, da zanîn ku bavê wê niha bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û bal kişand ser neberdana bavê xwe û ji bo vê bang li raya giştî kir.