Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan 2021-03-18 09:05:08 WAN - Li Wanê welatiyên ku dê tevli pîrozbahiya Newrozê bibin, diyar kirin ku dê li qadan daxwazên xwe yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî biqîrin.  Li Wanê amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê bênavber didomin. Li Wanê Newroz dê di 21'ê Adarê de bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" bê pîrozkirin. Welatiyên ku ji niha ve amadekariyên xwe kirine diyar kirin ku dê li qadan daxwazên xwe yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, zimanê zikmakî û yekîtiya neteweyî biqîrin.    YEKÎTÎ Û AZADî    Papîr Kûrt, anî ziman ku Newroz ji bo kurdan xwedî wateyeke pir cuda ye, lewma pîrozkirina wê pir girîng e. Kûrt, diyar kir ku dê îsal doza aştiyê bikin û got: "Her wiha dxwazim Abdullah Ocalan azad bibe. Dixwazim ji bo kurdan bibe cihê destkeftî û aramiyê. Newroz yekîtî, aştî û azadî ye. Lewma divê ji 7 saliyan heya 70 saliyan her kes tevli pîrozbahiyê bibe. Divê kurd di Newrozê de bibin yek."    Ê COŞ BIDOME    Zubeyîr Orhan, anî ziman ku dê bi kincên xwe yên herêmî tevli pîrozbahiyê bibe û wê îsal jî wê coşa berê bidomînin. Orhan got: "Em ê serê sibehê kincn xwe yên herêmî li xwe bikin û bi hev re biçin. Adeta me werê ye. Li ba me Newroz pir girîng e. Heya niah bi coş û rengîn hatiye pîrozkirin. Ji niha ve Newroza her kesî pîroz dikim."    Orhan, destnîşan kir ku hêviya wan a ji Newroza îsal aştî û azadiya Ocalan e û got: "Daxwazine mafdar ên kurdan hene. Divê nasnameya wan bê qebûlkirin. Divê li dibistanan dersên kurdî hebin. Her wiha divê kurd bibin yek."    JI BO AŞTIYÊ BER BI QADAN VE    Ayşe Akdogan jî anî ziman ku ji zarokatiya xw eheya niha tevli pîrozbahyên Newrozê dibe û îsal jî dê ji bo aştiyê dakeve qadan. Akdogan got: "Tê bîra min nayê bîra min ez diçim Newrozê. Par min li Iraqê pîroz kir. Îsal jî ez ê li vir pîroz bikim. Hêvîdar im xweş derbas bibe. Bila mirov nemirin û azad bin. Bila mafên kurdan bên qebûlkirin."    'DIVÊ DENGÊ ME BIGIHÊ GIRTIYAN'    Hanim Çollî jî Newroza her kesî pîroz kir û got: "Gava em zarok bûn me defter, pênûs hwd. dixistin hundirê gorên xwe. Adeta me bû; me genim li ser êgir diqeland. Hinan jê jî hêk. Me bi vî awayî pîroz dikir."    Mahmût Pala jî destnîşan kir ku Newroz mizgîniya jiyana nû ye û dê li qadan xwedî li kurdî û çanda kurdan derkevin."    Fedlî Kayhan jî got: "Divê Newroza îsal bibe wesîleya azadiya gelê kurd û gelên din. Divê em dengê xwe bigihînin girtiyan ku di greva birçîbûnê de ne. Em ê bi agirê li quntarên kelehê nîşan bidin ku em natirsin."