Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê 2021-03-18 09:30:36   AMED - Wezareta Bajarvanî û Derdorê li navçeya Sûrê li ser navê projeya restorasyona avahiyên bi tescîl, dest tatîne ser mal û milkên welatiyan. Wezaret zorê li welatiyan dike ku heqê restorasyonê îtiraz nekin û taahhutnameyê îmze bikin.    Wezareta Bajarvanî û Derdorê, li Navçeya Sûrê ya Amedê di bin navê restorasyonê de hewl dide mal û milkên welatiyên li Sûrê desteser bike. Wezaretê, piştî qedexeya derketina kolanan a li Navçeya Sûrê, di çarçoveya "Îstimlaqkirina Lezgîn" de 334 jê avahiyên tescîlkirî, 250 avahiyên hêjayî tescîlê, bi giştî 3 hezar û 569 avahî xerakirin. Derket holê ku Wezaret, li ser navê tescîlkirinê xwediyê mal û milk xistin bin deynan û plan dike ku mal û milkê welatiyan desteser bike. Wezaret li taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatihpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz, bi armanca heqê restorasyona 347 xaniyên tescîlkirî ji xwediyê mal û xaniyan bistîne ket nava tevgerê. Derket holê ku Wezaretê taahhutnameya ku ji aliyê Lijneya Herêmê ya Parastina Hebûnên Çandî ya Amedê ve hatiye amadekirin û heqê restorasyona ku ji aliyê TOKî ve bê çêkirin, ji xwediyê mal û milk bê stendin, bêyî îtiraz bikin bê qebûlkirin amade kiriye.    DESTESER DIKIN   Li Navçeya Surê ya Amedê li 6 taxan bi heqê kêm dixwaze xwediyê xaniyan mal û milkê xwe bifiroşin. An jî dixwaze heqê zêde yê restorasyonê bidin û wan têxin bin deynan. Ku welatî nedin jî bi rêya hecizê mal û milkê wan desteser bikin. Ji bo her metreqareya restorasyonê 1-3 milyon TL dixwazin. Li 347 avahiyên tescîlkirî, li 176 xaniyan xebatên restorasyonê dest pê kir. Xaniyên ku tên restorekirin diviya bû nexş û şopên dîrokî yên li ser wan bên parastin û heqê kirê jî bidin xwediyê xaniyan, lê di taahhutnameyê de wekî ku heqê kira xanî nayê dayîn welatî tên xapandin. Ji welatiyan tê xwestin ku bêyî îtîraz bikin taahhutnameyê qebûl bikin û îmze bikin.    Têkildarî mijarê Sekreterê Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB Doğan Hatun, anî ziman ku ji bo xanî û avahiyên tescilkirî li gorî resen û esasî bên restoreskirin doz vekirine û wiha got: "Ji bo restorasyona 39 xaniyên tescîlkirî li Enqereyê îhale hatine vekirin. Ev îhale veşarî hatin kirin. Em bi xwediyê xaniyên tescîlkirî re axivîn. Xwediyê xaniyan taahhutname nîşanî me da. Ev taahhutname di 28'ê Çileya 2021’an de amade kirine.    DIXWAZIN TAAHHUTNAMEYÊ BIDIN ÎMZEKIRIN   Wezareta Bajarvanî û Derdorê ku xaniyan restore dike, xwest taahhutnameyê bi xwediyê xaniyan bide îmzekirin Di Taahhutnameyê de wekî ku li Sûrê şer pêk nehatibe û Sûr xeranebûbe û xwediyê xaniyan bi xwe çûne serî li Midûriyeta Bajarvanî û Derdorê dabin. Bi awayê wekî xwediyê xaniyan xwestiye xebatên restorasyonê tên kirin û dixwazin taahhutnameyê imze bikin.   Hatun, anî ziman ku ev xanî ji xweber hilneweşiyan û wiha got: "Li vir şer derket. Divê dewlet van xaniyan restore bike û di pêvajoya restorekirinê de jî heqê kîra xaniyan bidin welatiyan. Ev erka dewletê ye. Ev di qanûn û zagonan de jî heye. Lê diçin wir restore dikin û heqê zêde ji bo restorê distînin û dixwazin taahhutnameyê îmze bikin Piştî xanî, mal û milkên ku restore bikin jî dê bibin aydî Wezareta Bajarvanî û Derdorê. Îmzekirina taahhutnameyê vê yekê li ser welatiyan ferz dike."    DIVÊ EM NEYÊN LÎSTIKAN    Dogan anî ziman ku hewl didin ku welatî nikaribin heqê wê bidin û vê yekê li gorî hiqûqê bi teşe bikin û taahhutnameyê îmze bikin. Ev bajar ne cihê kabileyan e. Em bi welatiyan re axivîn û me hevdîtin kir. Dê têkildarî mijarê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Em ê jî di vê pêvajoya hiqûqî de li cem welatiyan bin. Divê em neyên van lîstikan. Helwesta Wezareta Bajarvanî û Derdorê ya rantê ye."