Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin 2021-03-18 10:51:02   KOCAELÎ - Hilbijêrên Kocaeliyê diyar kirin ku vîna 90 hezar kesên deng dane Gergerlîoglû hatiye destserkirin û wiha gotin: “Em vê biryara siyasî nas nakin. Em li cem parlementerê xwe ne, em ê bi hev re têbikoşin.”   Piştî ku Desteya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê biryara cezayê derbarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu de hatibû dayîn xwend, wekîltiya wî hat betalkirin. Derbarê xistina parlementeriya Gergerlîoglû de bertekek jî ji hilbijêrên ku deng dane wî hat.   Yek ji kesên ku deng daye Gergerlîoglû Nîhat Geyîk destnîşan kir ku Gergerlîoglû ne tenê parlementerê Kocaeliyê ye, bû yê hemû Tirkiyeyê û wiha got: “Gergerlîoglû rêbazeke ji parlementerên din cudatir bi rêve bir. Bêyî ku bibêje ji fikrên cuda ne di çarçoveya xeta xwe de mafê wan parast. Kî li ku derê hatibe binpêkirin Gergerlîoglû li rex wî sekini. Ji ber wê yekê em weke Kocaelî li rex parlementerê xwe ne. Me ew heta neha tenê nehişt, ji niha û şunde jî em tenê nahêlin. Dibe ku wan li Meclîsê parlementeriya wî xistibin lê me parlementeriya wî nexistî ye. Gergerlîoglû parlementerê me ye.”   'BIRYAREK BÊHIQÛQÎ YE'   Hilbijêreke din Selda Îlgoz jî da zanîn ku wan Gergerlîoglû hilbijartî ye, şandiye Meclîsê û got: “Parlementeriya mirovekî ku li Kocaeliyê 90 hezar deng stendine bi awayekî bê hiqûqî tê xistin. Sûcê tê îdiakirin ku Gergerlîoglû kiriye ne sûcekî ku bibe sedemê rakirina destnedayîna wî.” Îlgoz anî ziman ku ji ber Gergerlîoglû neheqiyên li Tirkiyeyê derdixistin holê parlementeriya wî xistin û wiha got: “Gergerlîoglû li Meclîsê li ber xwe dide. Em jî li pişt parlamenterê xwe ne. Parlamenterê me vîna me ye. Ji ber parlamenteriya wî li Meclîsê hat xistin parlementeriya wî nakeve. Parlamenterê me wê bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn vegere. Lê dema Gergerlîoglû vegerî Meclîsê kesên ev biryar îmze kirin nikarin li çavên wî binêrin.”   'EDALET JI BO HER KESÎ HEWCE YE'   Hilbijêrekî din Denîz Atalay jî diyar kir ku edaleta ji bo Gergerlîoglû hewce ye wê sibê ji bo her kesî hewce bibe û wiha axivî: “Esas dê edalet ji bo kesên vê bê edaletiyê dikin re hewce bibe. Wê demê jî kesekî ku mafê wan biparêze li Meclîsê namîne. Bila vê ji bîr nekin.”   ‘EM BIRYARÊ NASNAKIN’   Hevseroka HDP’ê ya Kocaeliyê Leyla Aygun jî da zanîn ku îro careke din bi bêhiqûqiyekê re rûbirû ne û wiha got: “Parlamenteriya Gergerlîoglû bi lîstikan hat xistin. Em vê biryara siyasî nas nakin. Em soza xwe ya têkoşîna ya bi parlamenterê xwe re dûbare dikin.” Aygun destnîşan kir ku di kesayeta Gergerlîoglû de vîna 90 hezar hilbijêran hatiye desteserkirin û got: “Em ê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin û em ê her tim aştiyê biqîrin. Em her li cem parlamenterê xwe bin."    'TU WATEYA BIRYARÊ TUNE YE'   Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê Kadîr Demîr jî bi bîr xist ku tevî zextan hemû jî Gergerlîoglû bi 90 hezar dengan hatiye  hilbijartin û wiha got: "Ev biryarek siyasî ye. Ji bo gelê kurd tu wateya vê biryarê tune ye. Em bi hişmendiya ku şêxên kurdan darvekirine, serok û pêşengên kurdan avêtine girtîgehê û dixwaze her kurdî binpê bike re rûbirû ne. Parlementerê me bi xebatên xwe pergal teşhîr kir û rûyê wan derxist holê. Ji ber vê yekê hişmendiya faşîst a AKP’ê û MHP’ê destnedayîna parlamenterê me rakir û xwest tola xwe hilînin.”   MA / Kadîr Guney