Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin 2021-03-18 11:35:55   RIHA - Malbata Şenyaşar a 10 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “edaletê” çalakiya xwe didomîne got: “Parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz zextê li ser darazê dike. Dixwaze komkujiya duyemîn jî bi destê darazê bike.”    Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzkar û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Ferdê malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawê xwe winda kir li gel lawê Ferît Şenyaşar ji bo dozê edalet pêk were bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê daye destpêkirin û di roja 10’emîn de berdewam dike   ‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’    Malbata Şenyaşar di hesabê xwe yê Twitterê de wiha got: “Em bi malbatî li Nexweşxaneya Pirsûsê bi komkujiyê re rûbirû man. Parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz zextê li ser darazê dike. Dixwaze komkujiya duyemîn jî bi destê darazê bike. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Silav li yên dengê me dibihîzin re.”    Çalakiya malbatê ya li ber Edliyeya Rihayê didome.