‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’ 2021-03-18 11:36:19   MÊRSÎN - Hevserokên HDP’ê yên Mersînê ku ji bo Newroza li Mêrsînê were pîrozkirin amadekariyên xwe didomînin, bi rihê berxwedanê herkesî vexwendin Newrozê.   Newroza Mêrsînê wê di 20’ê adarê de li Qada mîtîngê ya Tirmiltepe ya girêdayî navçeya Akdenîzê bê pîrozkirin. Di çarçoveya xebatên Newrozê de li gelek cihên cuda yên bajêr belavok tên belavkirin û gel dawetî Newrozê tê kirin. Di Newrozê de wê Cîgirê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ji Rêveberiyên Heremî Berpirsyar Salîm Kaplan, Endamê Lijneya Rêveber a Navêndî (MYK) yê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Salîh Zekî Tombak, Parlementerên HDP’ê yên Mêrsînê Fatma Kûrtûlan û Ridvan Tûran, Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Gulbahar Şofer û Mehmet Aliş biaxivin. Di Newroza ku tê payîn dê girseyî derbas bibe de hunermend Mervan Tan û Xecê derkevin ser dikê. Hevserokên HDP’ê yên Mêrsînê Gulbahar Şofer û Mehmet Aliş têkildarî xebatên Newrozê yên didomin de agahî dan û hemû gelên li bajêr bi rihê berxwedanê vexwendin Qada Newrozê.   ‘EM DAXWAZÊN XWE BIQÎRIN’   Aliş, diyar kir ku bi tevlîbûna rêxistinen bajar û navçeyan xebatên xwe didomînin û da zanîn ku wê Newroz ji polîtîkayên zext û zorê ku li ser gelan tên meşandin rê bibe bersiv. Aliş, qala çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan ji bo tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin da destpêkirin kir û wiha got: “Ji bo ku em bibin dengê girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de em bi awayekî xurt tevlî Newrozê bibin û daxwazên wan li Qada Newrozê biqîrin. Hêvî dikim ku Newroz îsal bibe wesîleya yekitî, aşitî û demokrasiyê.”   VEXWENDINA NEWROZÊ   Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Gulbahar Şofer jî diyar kir ku Newroz remza berxwedanê ye û wiha got: “Newroz cejna biharê ya gelan e. Em ê bi rihê berxwedanê cejna Newrozê pîroz bikin. Ev Newroz wê ji pêkanînên faşîst ên antîdemokratîk ên desthilatê û tecrîdê re bibe bersiv. Em bi rihê berxwedanê çiqas bi girseyî Newrozê pîroz bikin em ê ewqas ji van pêkanînan re bibin bersiv. Bajar, bajarekî mozaîka gelan e. Bila hemû gel bi govend, stran, reng û çanda xwe bên tevlî Newrozê bibin. Em nîşan bidin ku reng dikarin li rex hev bisekinin û mil midin milê hev.”