‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye 2021-03-18 12:02:35   ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Abdullatîf Şener, serdana “Nobeta Edaletê” ya HDP’ê kir û hestên xwe yên piştevaniyê anî ziman.    “Nobeta Edaletê” ku HDP’ê piştî xistina Parlamenterê xwe yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû duh li meclisê da destpêkirin, di roja duyemîn de didome. Bi Gergerlîoglû re gelek parlamenterên HDP’ê li eywana civînê ya HDP’ê sekna xwe didomînin. Li eywana ku civîn lê tê domandin pankarta “Nobeta Edaletê” hat daleqandin.    Di saetên serê sibehê de Parlamenterê CHP’ê yê Konyayê Abdullatîf Şener serdana nobetê kir. Şener, hem ji bo xistina parlamenteriya Gergerlîoglû hem jî ji bo vekirina doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin hestên xwe yên piştevaniyê anîn ziman û ji HDP’iyan re got derbasî be.