Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê 2021-03-18 12:26:12   TEKÎRDAG - Rêxistinên HDP’ê yên bajêr û navçeyên Tekîrdagê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de li navçeya Ergeneyê pêk were banga tevlibûnê kirin.   Newroza li navçeya Ergene ya Tekîrdagê dê 20’ê adarê di navbera saet 10.00 û 15.00’an de bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" were pîrozkirin. Rêxistinên HDP’ê yên bajêr û navçeyên Tekîrdagê  têkildarî pîrozkirina Newrozê li avahiya xwe ya bajêr daxuyanî dan û her kesî vexwendin pîrozbahiya Newrozê.    Hevserokê HDP’ê yê Tekîrdagê Cahît Dîrek diyar kir ku Newroz ji bo aştî û demokrasiyê girîng e û wiha got: “Divê em li dijî kesên vê axê di nava xwîn û hesirên çavan de dihêlin, bi agirê Newrozê hêviyê mezin bikin. Em ji her beş û nasnameyê gelan vedixwînin Newrozê. Divê di avakirina aştiyê de para her kesî hebe. Bi hişmendiya ku Newroz wê bibe banga aştiyê divê li qadan werin gel hev.”