Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn 2021-03-18 13:40:04   NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên li Îzmîr, Çanakkale, Bûrsa û Kocaeliyê destûr hat dayîn.    Komîteyên Amadekar ên Newroza Îzmîr, Çanakkale, Bûrsa û Kocaeliyê ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li walîtiyan dan û destûra pîrozbahiyê wergirtin.    Newroza Îzmîrê wê di 20’ê adarê de roja şemiyêl i Meydana Gundogdû were pîrozkirin û wê beşdarên Newrozê bi sepana Koda HES’ê bigirin qada pîrozbahiyê.    Endamê Komîteya Amadekar Selçûk Odabaşi diayr kir ku amadekariyên wan temam bûne û banga tevlibûna pîrozbahiyê kir.    DESTÛR HATIN DAYÎN    Komîteyên Amadekar ên Newroza Kocaeliyê, Bûrsa û Çanakkaleyê jî serî li walîtiyan dan û destûra fermî wergirtin.    BÛRSA   Newroza li Bûrsayê wê di 21’ê adarê de li Qada Bazarê ya Arabayatagi pêk were. Komîteya Amadekar banga tevlibûna pîrozbahiyê li xelkê kir.    ÇANAKKALE    Newroza Çanakkaleyê jî wê di 20’ê adarê de roja şemiyê li taxa Esenlerê were pîrozkirin. Komîteya Amadekar banga beşdariya pîrozbahiyê li xelkê kir.    Newroza Kocaeliyê jî wê di 20’ê adarê de roja şemiyê li Meydana Ûlaştepe ya Gebzeyê were pîrozkirin.  Parlamenterên HDP’ê û hunermend dê beşdarî pîrozbahiyan bibin.    KOCAELÎ AMADE YE   Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Kocaeliyê Meryem Ûslû têkildarî pîrozbahiya Newrozê axivî û destnîşan kir ku amadekariyên wan didomin, Kocalî ji Newrozê re amade ye û banga tevlibûna pîrozbahiyê li xelkê Kocaeliyê kir.