Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e 2021-03-18 13:40:37   ŞIRNEX- Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, betalkirina parlementeriya Gergerlîoglu şermezar kir û destnîşan kir ku betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglû derbeyeke siyasî ye.    Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, li ber avahiya xwe têkildarî betalkirina parlementeriya Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Gergerlîoglu û vekirina doza girtina HDP’ê daxuyaniyek da. Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’ê yên navçe û navenda Şirnexê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Gergerlîoglû rûmeta me ye” hat vekirin.    'DERBEYEKE SIYASÎ YE'    Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku betalkirina parlementeriya Gergerlîoglu li dijî siyaseta demokratîk darbeyeke siyasî ye û wiha got: “Parlementeriya parlementerê me yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu di encama hesabên siyasî yên hikûmetê û binpêkirina qanûnê de hat betalkirin. Piştî vê biryarê bi lez Dadgeha Serdozgeriya Komarê ya Bilind li dijî partiya me doz vekir. Doza girtinê ya li dijî partiya me li dijî demokrasî û qanûnê derbe ye. HDP ne tenê partiyek e, ramanek e. Bi milyonan mirov li dora vê ramanê dibin yek. Wê bi milyonan mirov li vîna xwe xwedî derbikevin.”   'HÛN BI VAN POLÎTÎKAYAN DAWIYA XWE TÎNIN'    Piştî daxuyaniyê parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş jî bal kişand li ser hedef girtina partiya wan û wiha axivî: “Li dijî me û partiya me êrîş çiqas bilind bibin dê têkoşîna me jî ewqas zêde bibe. Bi girtinan û betalkirina parlementeriyan hûn nikarin têkoşîna me bidin sekinandin. We bi dehan caran girtin, me bi dehan caran vekir. Bi mîlyonan kes hene ku cihê me tije bikin. Hûn bi van polîtîkayan dawiya xwe tînin. Lê bila gelê me bizanibe ku em ê her tim têkoşîna xwe bidomînin û em ê li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên"Bijî berxwedana HDP'ê" bi dawî bû.